ArşîvDaxuyanî

Kongra star navçeya Qinayê êrîşên artêşa îraqê li ser wergeha şehîd Rustem Cudî şermezarkir

Kongra star li navçeya Qinayê êrîşên artêşa îraqê li ser mexmur şermezakir, her weha da diyar kirin ku ev yek bi destê hêzên serwer çêdibe ji bo ku gelê kurd her dem di komkujiyan re derbas bibin û bên qirkirin.

Îro yekşem 21/5/2023, kongra star navçeya Qinayê ya girêdayî kantona Kobanê, bi daxyaniyekê ev êrîş şermezakir. Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê endama kongra star Rehîme silêman ve hat xwendin, bi dehan endamên kongra star û desteya jin beşdarî daxuyaniyê bûn, daxuyaniya ku hat xwendin li çarxerêya navçeyê bû.

Di daxuyaniyê de ev hat got in:  ‘ev êrîşê li ser gelê mexmûrê tê kirin ji ber ku di dîroka gelê mexmûrê de, di sala 90 de ev gel di qetilam û koçberiyê re derbas bû,  gelekî weltaparz û li çanda xwe xwiedî derdiket ji bakur derbasî mexmûr bûn di bin şert û mrcên herî zehmet û berxwedaniyeke bê hempa  li hemberî dijimin dan meşandin. îro dîsa bi destê  dewleta Tirk, PDK’ê, Carek din êriş li ser gelê mexmûrê  tê kirin.

Dorpêçê dixwaze li ser gelê mexmûrê  girantir bike  ji ber ku li her çar parçê kurdistanê  êrîşên giran tên kirin yek jî li roihilat ku bi duruşma ‘jin, jiyan, azadî’,  ev bû 9 meh in li ser piyan in ev sedema  yekê ya.

banga me ji bo hemû gelê cîhanê û jinên cîhanê û her çar parçêyên kurdistanê  li hember vê êrîşan  li ser mexmûr  tê kirin  rabin  ser piyan  û helwesta xwe nîşan  bidin.

Daxuyanî bi duruşma ‘na ji êrîşên li ser mexmur’, ‘bi mire îxaneta PDK’Ê’ bi dawî bû.

Back to top button