DaxuyanîNûçe

Kongra Star berxwedana gelê Mexmûrê silav kir

Bi armanca şermezarkirina êrîş û hewldanên dorpêçkirina kampa penaberan a Şehîd Rustem Cûdî -Mexmûrê Meclisa Giştî a Kongra Star daxuyniyek nivîskî da.

Ji duh, saet 04:00’ê berbangê ve, hêzên girêdayî hikumeta Iraqê hewl dide têlan li dora Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bicih bike. Li gel bertekên gelê wargehê yê li dijî dorpêçkirina wargehê hêzên girêdayî hikumetê êrişî gel kir û di van êrişan de 2 ciwan birîndar bûn. Gelê ku bi biryardarî li dijî dorpêçkirina wargehê derket di bin konan de nobetê dan destpêkirin, berxwedana gel a Mexmûrê di roja duyemîn de didome.

Meclisa  Kongra Star  der barê êrişên li ser Mexmûrê de daxuyaniyek nivîskî da, berxwedana gelê Mexmûrê silav kir û êrişên hikumeta Iraqê yê li dijî gel şermezar kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Artêşa Îraqê dixwaze kampa penabera ya Mexmûrê dorpêç bike, êrîşa ku li ser xelkê Mexmûrê hatiye kirin li dijî hiqûqa navnetewî û mafê penabera ne. Ji ber ev kamp ji aliyê Netewên Yekbûyî NY ve hatiye qebûlkirin, ev hewldan û êrîşa artêşa Iraqê li pey wê dagirkeriya dewleta Tirk û desthilata PDK’ê heye. Bi vî rêbazî  dixwazin hemû rêyên jiyanê li gelê kurd yê ku têkoşînê ji bo azadiya xwe dike, bigirin. Her wiha armanca domandina siyaseta qirkirinê ya ku li ser gelê Kurd dimeşîne ye, ku bi sala ne penaberên kampa Mexmûrê di bin şert û mercên zehmet de jiyankirine. Her wiha di çareserkirina doza xwe ye de jî mafdar in û bi vê hêviyê jî bendewariyê dikin, da ku vegerin cih û warên xwe. Lê berovajî wê mafên wan yê penabertiyê jî her tim têne binpêkirin û bi êrîşan re rû bi rû dimînin.

Bi navê meclisa Kongra Star em van êrîş û hewldanê hikûmeta Îraqê şermezar dikin. Heman demê de em bang li hikûmeta Îraqê dikin ku nebin hevkarê siyaseta qirkirinê ya faşizma dewleta a dagirker û hevkarên wî. Em bi rêzdarî helwest û berxwedana gelê Mexmûrê silav dikin.”

Back to top button