ÇalakîNûçe

Li herêma firatê bi hevahengiya Kongra Star û rêvebirên herêma firatê hemleya civînên rêxistinî hatin li darxistin

li nafçeya Çelebiyê civînek di derbarê zewaca pir jinî de herwiha zewaca temenê biçûk hat li darxistin

ji bo guhertin û veguhertina hişmendiya civakê û aliyê ku dibin astengî li pêşiya hevjiyaneke azad û azadiya jin li herêma Firtê
Îro Çarşem 5/7/2023 kongra star li herêma firatê bi hevahengiya hevseroka kantona kobanê civînek di derbarê rewşa jin û aliyên kêm ku di kar de xwe didin pêş û dibin astengî li pêşiya pêşketinan li navçeya Çelebiyê hat lidarxistin,.

di civînê de hevserokên saziyên navçeya çelebiyê herwiha kongra star, saziya malbatên şehîdan, ji komîteya ekolojî, PYD, mala jin, hêza cewherî û her wekî din beşdarbûn, ev civîn ji aliyê endamên meclisa Kongra Star ya herêma firatê ji aliyê macîde Hesûn, û Lûceyên Elselam û hevseroka kantona Kobanê Leyla Ehmed ve hate bi rêvebirin berî ku civîn dest pê bike deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê rawestiya û piştre ji aliyê endama koordînasyona Kongra Star ji aliyê macîde Hesûn ve xalên civînê hatin diyarkirin û piştre jî ji aliyê kesên ku tevlî civînê bibûn fikir û nêrînên xwe anîn ziman herwiha naveroka wan nirxandinan ,pir zewacî di heman demê de zewaca di temenê biçûk de ku di nêrînan de hat eşkerekirin divê ev kesên ku vî karî dikin bên muhasebekirin û piştre jî hat pêşnyarkirin ku dewreyên perwerdê ji bo zilaman bên vekirin bi taybet li navçeya çelebiyê û di dawiyê de jî ji aliyê dîwana civînê ve hat diyarkirin ku wê ewê di demên nêz de dewreyên perwerdê ji bo zilaman vekin.

Back to top button