ÇalakîNûçe

Li herêma Firatê rêzecivînên bi hevahengiya di navbera rêveberiya herêmê û meclisa Kongra Star berdewamin

 

Kongra star li herêma firatê di rêze civînên xwe yên rêxistinî de di dîroka 9.7.2023 ande civînek li navçeya Eynîsa di derbarê rewşa jin ,û zewaca temen biçûk ,zewaca pir jinî ,herwiha di van mijaran de astengî û zehmetiyên ku xebatkar û jin di civakê de pêre rû bi rû tên  civîn li cihê meclisla  Eynîsa hat li darxistin , ku ev civîn ji hemî endam û rêverberên ku di sazî û dezgeha navçeyêde kar û xebat dikin tevlî bibûn.Kongra Star,saziya malbatên şehîdan,PYD,rêxistina Sara ,Desteya jin ,Weqfa jin,û endamên beldeyên girêdayî navçeyê tevlî bibûn,her wiha berî dest bi civînê bê kirin deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdên azadiyê rawestiyan û piştre ji aliyê endama meclisa Kongra Star ya herêma Firatê ve Lojeyîn Elselam ve xalên civînê hatin diyarkirin û piştre jî gelek nîqş ji aliyê beşdarvanan ve hatin kirin ,herwiha pîşinyarkirin ku ewlehiya jin li her navçeyê bê bi cih kirin  û zewaca pir jinî bên qedexekirin û piroje ji bo jinan bên avakirin .

li navçeya Şêranê di dîroka 10,7,2023 an de daxuyaniyek bi mebesta şermezarkirina  tecrîda li ser Rêber APO ji aliyê Kongra Star ve hat dayîn , ku ev daxuyanî bi dehan jinan ji saziyan tevlî bûn yên weke,kongra star, saziya malbatên şehîdan, pyd, jinên ciwan, desteya jin, şaredarî, endamên ji komîteya ekolojîk, û endamên beldeyên girêdayî navçeya şêranê her wiha kesên ku tevlî daxuyanî bibûn di destên wande alên Kongra Star û wêneyên Rêbertî bilind kiribûn  û ev daxuyanî ji aliyê Hevseroka meclisa navçeya Şêranê ji  Birîvan Ismaîl ve hate xweundin ku daxuyanî wihabû:

Em komploya navnetewî di serîda dewleta tirk a faşîst a ku hertim dijminatiya xwe bi gelê kurdre berdewam dike bi armanca şikandina îradeya vî gelê şoreşger ku ji bo azadî û mafê xweyî rewa têkoşîn dike ew jî bû sedema ku dewleta tirk tengav dibe.

Ji bû vê yekê kompiloyek li ser gelê kurd meşandin bi lihevkirinek bi hin dewletên komploger ku di encamê de Rêber Abdullah O.Calan dîl hate girtin û xistin zîndanê di girava îmralêyê de.

Zêdetirî 24 salin Rêber Abdullah Ocalan di bin  tecrîdeke giran re dijî û çûna parêzer û malbata wî ji bo serdana wî qedexekirine herwiha rê nayê dayîn  ji bo ku agahiyekê li ser rewşa wî ya  tendûrisî bigirin .

di berdewamiya daxuyaniyê de weke  tevgera jin tevahî jinên cîhanê û her çar parçeyê kurdistanê û taybet jinên  li rojava û Bakur û rojhilatî sûriyê bangewaziya civaka navnetewî û komîteya mafê mirovan  kirin , ku rê ji parêzer û malbata Rêber Abdullah O.calan ew destura serdana wî bê kirin .

daxuyanî wiha domand, ku herkes dizane ev bû 3 sal dewleta faşîs a dagirker dewleta Tirk ku Rêbertî kirine tecrîdeke giran de ,dewleta tirk bi van kiryarên xweyî li dijî mirovahî binpêkirina hemû zagonê sîstemên navnetewî em bangewaziya gelê xweyî kurd ên di her çar aliyên kurdistanê de kesên azadî xwez di cîhanêda û civaka navnetewî û saziyên mafên mirovan û rêxistina CPT dikin ku rê li pêşiya van binpêkirina bigirin û parastina rêberê gelê kurd bikin û bi erkê xweyî mirovî rabin û jî bêdengiya xwe ya li dijî vê derkevin.

Piştî daxuyaniyê Kongra Star ya herêma firatê di berdewamkirina civînên xwe yên rêxistinî  li navçeya Şêranê ,li heman cihî  bi amadebûna hemî endam û rêverberiyên jin yên ku di saziyande kar dikin hat li darxistin ku ev civîn ji aliyê endama meclisa Kongra Star ya herêma firatê ji  Macîde Hesûn ve xalên civînê hatin diyar krin , zewaca temen biçûk ,zewaca pir jinî , û piştre jî ji aliyê endama meclisa Kongra Star ya herêma firatê ve ji aliyê Zozan Bekir ve axaftin hate kirin ku Zozanê di axaftina xwede balkişand li ser qeheramiya jin ku di civaka xwede dide meşandin û ku wê di demên nêzde komînên jinan jî bên avakirin .

Back to top button