DîplomasîNûçe

Bi diruşma “Em bi hêz û hevgirtina jin parçekirin û qirkirina gelan a Lozanê têk bibin” Komxebata jinan li dardikeve

Komxebata jinan a li ser asta Rojhilata Navîn a bi diruşma "Em bi hêz û hevgirtina jin parçekirin û qirkirina gelan a Lozanê têk bibin" dest pê kir.

Komxebata ji aliyê navenda têkiliyan a Kongra Star ve û hevkariya Meclisa Jinan a PYD′ê û Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê hatiye organîzekirin, li hola civînan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a li Hesekê dest pê kir.

Seroka Desteya Rêveber a MSD′ê Îlham Ehmed, berdevka YPJ′ê Roksan Mihemed, Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid û Hevseroka PYD′ê Asya Ebdullah jî di nav de, 60 nûnerer û jinên siyasetmedar beşdarî komxebatê bûne. Ji welatên Rojhilata Navîn wekî Lubnan, Afrîkaya Başûr, Urdin û Misirê dê hejmareke akademisyen, lêkolîner, jinên çalakger jî dê bi rêya online tev li komxebatê bibin.

wê komxebatê, balê bikişîne ser komkujî û qirkirinên di nîvê sedsala 19′an û çareyeka sedsala 20′an de pêk hatine. Her wiha dê rola jinan a di avakirina têkilî û jiyana hevbeş de were nîqaşkirin.

Endama Koordînasyona Kongra Star Şêraz Hemo axaftina destpêkê ya komxebatê kir. Şêraz Hemo bixêrhatina beşdaran kir û behsa armancên komxebatê kir: “Divê em balê bikişînin ser rastiyên dîrokî; ji civaka xwezayî heta bi civaka koletiyê, peymanên li dijî gelan hatine îmzekirin bi taybet li dijî gelê Kurd. Ji wê zêdetir em balê bikişînin ser Peymana Lozanê û encamên wê.”

Şêraz diyar kir ku jin hêmanekê bingehîn a projeya Rêveberiya Xweser  e û got: “Şoreşa jinan bala cîhanê kişand û bû şoreşa veguhertin û guhertinê li Rojhilata Navîn û cîhanê.”

Li gorî komîteya amadekar a komxebatê, dê 4 mijarên sereke werin nîqaşkirin;

Mijara yekemîn bi navê ”Rastiyên dîrokî yên qirkirinan” e. Ev mijarê dê ji aliyê akademisyen û mamosteya zanîngeha Bexdayê û endama şêwirî ya li gelek navendên lêkolînê û saziyên zanîstî û çandî û çalakgera jîngeh, mafên jinê û zarokan Fereh Sabir ve were şîrovekirin.

Di mijara duyemîn de dê destwerdanên biyanî yên li erdnîgariya Rojhilata Navîn ên piştî sala 1850’î de were şîrovekirin. Ev mijar dê ji aliyê edîtora rojnameya Ehram û mamosteya rojnamgeriyê ya li zanîngeha Misir a Zanist û Teknolojiyê Seher Ebdurehman  were birêvebirin.

Mijara sêyemîn jî li ser pergala qirkirinê ya li Mezopotamayê ye û dê ji hêla lêkolînera şaristaniyên Rojhilata Kevin, zimanê suryanî û cîgira serokê Partiya Yekitiya Suryan Leyla Letî ve were nirxandin.

Di mijara çaremîn de wê rola jinan di pêşxistina rêgezên cîrantiya baş e ji aliyê Îlahm Ehmed ve were şîrovekirin

Komxebat wê bi encamnameyekê bi dawî bibe

Back to top button