ÇalakîNûçe

Li Şehbayê pêşhilbijartinên namzetên PYD’ê destpê kir

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) îro dest bi pêşhilbijartinên diyarkirina namzetên xwe yên hevşaredariyên Şehbayê kir.

Di 27’ê Nîsanê de li kantona Şehbayê Kongra Star Efrîn-Şehba pêşhilbijartinên xwe yên namzetên jin ên şaredariyan lidarxistin û tê de li ser asta kantona Şehbayê 5 jin bi serketin û bi daxuayniyekê hat raghandin. Îro jî Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Efrîn-Şehba pêşhilbiajrtinên xwe yên ji bo şaredariyan dest pêkirin.

Sindoqên dengdayînê yê pêşhilbijartinan li navçeya Şêrewa Efrîna dagirkirî, navçeya Til Rifet, navçeya Ehrezê, navçeya Ehdas û navçeya Fafînê yên kantona Şehbayê ji saet 9:00’an ve hatine dayîn û wê heya saet 5:00’an bi dawî bibe. Li ser asta navçeya Şêrewa û kantona Şehba 42 namzetên mêr in, her wiha li kêlek wan namzetên jin ên Kongra Star jî yên ku li ser asta her navçeyekê bi serketibûn li kêlek mêr deng kom dikin.

Gelên li Şehbayê bi Kurd, Ereb û Tirkmanên xwe berê xwe didin cihên sindoqan û dengê xwe bi awayek demokratîk bi kar tînin.

Back to top button