DîplomasîNûçe

`Divê lêvgereke jinan û konfedraliya jinan li ser asta Rojhilata Navîn bê avakirin`

Komxebata têkildarî Komkujiyên Mezopotmyayê û bandorên wê li ser jinan, bi encamnameyekê bi dawî bû. Avakirina lêvgereke jinan, pêkanîna konfedraliya jinan li ser asta Rojhilata Navîn û xurtkirina eniyên hundirîn a jinan li ser tevahî astan, ji xalên wê yên sereke bûn.

Komxebata têkildarî komkujiyên Mezopotamyayê û bandorên wê li ser jinan bi dirûşma “Bi hêz û hevgirtina jinan em dê siyaseta parçekirinê û qirkirina gelan a Lozanê têk bibin” bi beşdariya zêdetirî 60 nûnerên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi encanameyekê bi dawî bû.

Cîgira Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Semîre El Ezîz daxuyaniya dawîn a komxebatê xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Bi hêza hevgirtina jin emê parçekirin û qirkirina loznê têk bibin!

Rojhilata Navîn, Mezopotamya jî di nav de, her tim herêmeke ku bi erdnîgarî ya ku demografiya wê renga reng bû bi gel, pêkhate, ol û çandên wê yên herêm gelek dewlemendkirine. Dostaniyek qedîm û cîrantiyek baş di navbera pêkateyên cihêreng her zindî bûn. Bermahiyên wê di civakê de hîna diyar e.

Lê bi destwerdana hêzên derve, ewropî, ku herêmê bi xwe nasnakin, sînorên netew-dewletên îro hatin xêzkirin. Ev sînorên ku hatine xêzkirin ne li gorî rastiya erdnîgarî û ne jî demografiya herêmê ne. Dema herêma ku em îro têde dijîn hate parçekirin û sîstema netewe dewletan avakirin, nêrîn û îradeya gelên vê herêmê nehatin pirsîn. Bi tifaqên curbecur ên wekî Sykes-Picot, Sewre an jî 100 sal berê bi Îtifaqa Lozanê re sînorên gelan diyarkirin û bi wan re jî hestên nijadperestiyê hatin xurtkirin.

Ji ber fikrê yek netew, yek ziman, yek çand û yek al ku taybetmendiyên netewe-dewletan in, gelek komkujî û qirkirin li Mezopotamya pêkhatin, ku herî zêde ji aliyê Împaratoriya Osmanî û piştre jî Komara Tirk ve hatinkirin. Mirov ne tenê bi sînorên bêmantiq, bi siyaseta nijadperest jî ji siyaseta parçekirinê pêkhat. Kesên weke Kurd, Êzidî, Ermenî, Suryan û gelên bindest bûne qurbaniyên vê siyasetê. (Li vir mirov mînaka bide û mînaka piştgiriya gel ji hevdûre). Dostaniyên kevin bi vê şêweyê hatin xirabkirin, netew û olên cuda di herêmên me de êdî bi guman nêzî hevbûn û di encam de parçekirina gelên Rojhilata Navîn hişt ku hêzên derve bikaribin berjewendiyên xwe pêkbînin.

Em gelên Mezopotamyayê û li tevahiya Rojhilata Navîn heta roja me ya îro êşa van polîtîkayên parçekirinê û nakokiyên li herêmê dikşînin. Hemû netewe-dewlet bêîstîkrar in û di navbera hêzên cuda û gel û olên cihê de nakokî derdikevin. Pergala netew-dewletê bi serhişkî li ser gel hatiye ferzkirin, lê ev pergal ne li  gorî gel e.  Herî zêde jin, zarok û mirovên xizan dibin qurbaniyên van şer û pevçûnên li Lubnan, Sûriye, Ermenistan, Sûdan, Iraq, Tirkiye an welatên din be. Bi van hevpeymanan hewl dan çarenusa gelê herêmê diyar bikin, lê gelê herêmê ev yek tiçar qebûlnekir. Ji destpêka zilm û zordariya ku ev rewş bixwere anî, li hemberî wê hertim jî serhildan û berxwedan hebûn. Di têkoşîna li dijî parçekirin û qirkirinê de jinên pêşeng cihê xwe girtine.

Şoreşa jinê ya li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî eşkere li dijî vê siyaseta parçekirinê derketiye û daxwaza jiyana hevbeş a aştiyane kiriye. Tevgerên cuda yên jinan bi hevgirtina jinan nîşan dan ku li herêma wan têkiliyên cîrantiyê yên baş pêkan e. Jinên ji pêkhate, ol û çandên cuda xwe xweser bi rêxistin dikin û di heman demê de bi hev re ji bo azadiya civakê tevdigerin. Fikra Neteweya Demokratîk û sîstema Konfederalîzma Demokratîk tekane çareserî ye ku hemû herêmê bi dewlemendî, çand, ol û pêkhateyên xwe yên rengîn li kêlekahev di nava aştî û azadiyê de bijîn.

Weke jin erka me ye di çarçoveya Neteweya Demokratîk de  ji nû ve avakirina têkiliyên dostane û cîrantiya baş bi gelên herêmê, ku bi hewldana rûnişkandina pergala netew dewletê di Rojhilata Navîn de ji aliyê hêzên derve ve hatin xirab kirin.  Weke jin divê em li dijî modernîteya kapîtalîst û stûnên îdeolojîk ên netew-dewletê yên weke nîjadperestî û olperestiyê û ji bo avakirina sîstema demokratîk a gelan têkoşînê bilind bikin. Jin di vê mijarê de rola pêşeng dilîzin û bingeh ji bo jinan xurtir e.

1. Li gel berdewamiya krîza nasnameyan ku xwe dispêre pêkanîna her cure qirkirinê û belavkirina çanda nefretê, pêwîst e rola jinê di pêşengî û pêşengiya civakê de were xurtkirin û rola wê ya cewherî vegere. . Ji ber ku jin bi tena serê xwe bi parastina nasnameya xwe ya dîrokî, çandî û civakî, bi pêkanînên asîmîlasyon, tinekirin û biyanîbûnê yên ferzkirî re rû bi rû dimînin.

2. Rûbirûbûna bertekên Peymana Lozanê, ji bo rêgirtin li dûbarebûna Peymana Lozanê bi formul û navên nû li gorî geşedan û pêşketinan û xêzkirina senaryoyan di birêvebirina herêmê de ji bo sedsaliya bê, li ber tinebûna bi qestî ya gelên herêmê, pêdivî bi rexnegiriyek heye. Xwendina dîroka yekitî û pêkvejiyana gelên herêmê, bi taybetî behsa Kurd-Ereb.

3. Ji xeynî pêşkêşkirina projeyên rewşenbîrî yên yekbûyî, derbaskirina qeyrana nasnameyan, qirkirin û biyanîbûnê ne pêkan e. Tecrûbeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku stûna wê felsefeya neteweya demokratîk a li ser bingeha biratiya gelan û azadiya jinê ye, ji bo rûbirûbûna polîtîkayên qirkirin û înkarê hêjayî balê û giştîkirinê ye.

4-Pêwîst e jin cihê xwe li navendên biryarê bigire.

5-Divê lêvegereke jinan bê avakirin û sîstema konfedraliya jinan li ser asta Rojhilata Navîn were pêkanîn.

5-Ji bo ku dirûşma “Jin, jiyan azadî” li seranserî cîhanê belav bibe, divê destkeftiyên jinan werin parastina û ev ji jinan re bibin mîras.

7-Ji bo sekna li hember siyasetên li dijî herêmê, divê eniya hundirîn a jinan li ser tevahî asta, di aiyê parastinê û mekanîzmeya parastinê, were xurtkirin.

8-Divê siyaset û komkujiyên li dijî gelan di dîrokê de hatine kirin, werin eşkerekirin û çand werin parastina.

9-Ji bo pêkanîna hevbendiyeke jinan, divê yekitiya nîştimanî ya kurd pêk were û kongreya nîtimanî ya Kurdistanê ji bo jinên kurd.

Back to top button