DîplomasîNûçe

Asya Ebdullah: Divê jin pergala xwe parastinê xurttir bikin

Hevseroka PYD`ê Asya Ebdullah bang li jinan kir ku pergala xwe ya parastinê xurttir bikin, ji bo ku tevahî peymanên li dijî wan hatine îmezkirin, têk bibin. Her wiha destnîşan kir ku peymana Rêveberiya Xweser bi têkoşîna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye nivisîn.

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdullah tev li komxebata têkildarî komkujiyên li Mezopotamyayê û bandorên wê li ser jinan bû ku bi dirûşma “Bi hêz û hevgirtina jinan dê siyaseta parçekirinê û qirkirina Lozanê ya li dijî gelan têk bibin” li bajarê Hesekê li dar ketiye.

Asya behsa girîngiya xurtkirina jinan pergala xwe ya parastinê kir û got: “Jin dikarin bi mezinkirina têkoşînê li hember peymanên li dijî gelên Rojhilata Navîn bisekinin. Li Kurdistanê gelek berxwedan li dar ketin, lê piştî salên notî, jinan pergala xwe ya parastinê li hember êrişan xurttir kir û berxwedan gihand lûtkeyê.”

Her wiha Asya diyar kir ku rêxinên jinan dikarin pergala xwe ava bikin û wiha domand: “Em nas bikin çawa xwe biparêzin gelek girîng e di vê pêvajoyê de. Heke jin li Şengalê nekarîn xwe biparêzin, dê qir bibin.”

Asya destnîşan kir ku pêşketina şoreşa 19`ê Tîrmehê li Rojava ku bi navê şoreşa jinan hat naskirin, encama hewldanên jinan bû ku li hember DAIŞ`ê şer kir û got: “Ji bo pêşerojeke ronak, xurtkirina pergala parastinê gelek girîng e.”

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê Asya wiha anî ziman: “Li hember van êrişan, pêwîst e hemû kesên li vir li ber xwe bide.”

Di dawiyê de Asya got: “Di kesayeta her du şehîdan Yusra û Rîhan, ji me tê xwestin ku em li hev bikin, civakê birêxstin bikin, pergala parastinê xurttir bikin ji bo ku tevahî peymanan têk bibin. Em bi destê xwe peymanên xwe dinivîsin. Mînaka wê jî, peymana Rêveberiya Xweser e ku me bi xwe nivîsî û me dîroka xwe bi destê xwe nivisî.”

Back to top button