DaxuyanîNûçe

Li Til Koçerê jineke ciwan hat qetilkirin

Li navçeya Til Koçer a kantona Qamişloyê jineke ciwan a 21 salî hat qetilkirin.

26 Tirmeh 2023, Çarşem – 15:28 2023-07-26T15:28:00 QAMIŞLO

Şêniyên gundê Um Hebal ê navçeya Til Koçerê ragihand ku ciwana bi navê Rewaa Muslih El Uweyd (21) duh êvarê hatiye qetilkirin.

Li gorî agahiyan, birayê Rewaayê ew bi guleyan qetil kiriye.

Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê sûcê qetilkirinê de dest bi lêpirsînê kir.

Kongra Star a navçeya Til Koçerê bi daxuyaniyekê ev sûc şermezar kir û daxwaz kir ku cezayekî giran li sûcdar bê birîn.

Back to top button