Konferansa duyemîn a Mala jin li Bakur û Rojhilatê Suriyê bi encamnameyekê ji biryaran pêşkêşkir
Konferansa duyemîn a Mala Jinê bi armanca “hişyarkirina civakê bi giştî, avakirina komîteyên ji bo şopandina rewşa jin û keçên ku radestî malbatên wan tên kirin û serlêdana malbatê” gelek biryar zagonên hatin girtin.

Di roja duyemîn a Tebaxa 2023’an de û bi dirûşma “Bi misogerkirina şoreşa jina azad em ê malbata demokratîk pêş bixin” duyemîn konferansa mala jinê bi beşdariya 300 delegeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hate li darxistin ,endam û mêvanên hemû sazî, rêveberiyên xweser û sivîl, tevgerên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêxistinên civakî yên partiyên sivîl û siyasî.
Konferans bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna rihê şehîdan dest pê kir û axaftina vekirinê ji aliyê Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo ve hat kirin û piştre peyamên tomarkirî yên hin aktîvîstên femînîst ên ji çar aliyên cîhanê ku serdana bakur û rojhilatê Sûriyê kiribûn û xebatên rola jinan li bakur û rojhilatê Sûriyê şopandibûn û perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin û rapora xebatên Mala Jinê ya ji sala 2016-2023’an hate xwendin û piştre deriyê nîqaşê hate vekirin, û di axaftinan de bal hat kişandin ser rola pêşeng û girîng a jinan di çareserkirina pirsgirêkên jinan de û parastina wan ji tundiya li ser wan, her wiha rola jin di perwerdekirina civakê de û beşdarkirina avakirina malbateke demokratîk bi rêya perwerdekirina hişyarî hatin guftugo kirin û waneyên di nav civakê de dan li ser hate rwestîn.Herwiha di konferansê de rêziknameya Mala jinan hate nîqaşkirin û derbarê pêşxistina mekanîzmayên xebatê di wê de û bilindkirina asta karîn û şiyanên hemû xebatkarên di nava wê de nêrîn û biryar û pişniyarî wiha bûn:
– Perwerdekirina civakê bi giştî li ser prensîbên bingehîn û zagona malbatê, dayîna dersan li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û gihandina hemû jinan û perwerdekirina wan.
– Zêdekirina perwerde ji bo mêr û jinan.
– Ji bo vekirina maleke jinan li Dêra Zorê û li hemû qadên ku malên jinan nînin xebat bên kirin.
– Yekkirina mekanîzmaya xebatê di dema lihevanînê de û radestkirina jinên hatine çewisandin ku bi mala jinê radibin ji bo malbatên xwe û destnîşankirina dezgehên radestkirina jinan.
– Avakirina komîteyên ji bo şopandina rewşa jin û keçên ku radestî malbatên wan tên kirin
– Ji bo jinên di girtîgehan de bernameyeke perwerde, reform û rehabîlîtasyonê bê pêşxistin
– Xebat li ser danîna projeyan ji bo jinên ku di malên jinan de dixebitin
– Vekirina dewreyên perwerdeya taybet ji bo jinên malbatên şehîdan, keçên şehîdan, jinebiyan .
– Xebat ji bo avakirina gundan ji bo jinan li hemû herêman.
– Daxwaza avakirina navendên şêwirmendiyê ji bo jinan di pirsgirêkên malbatî de
– Ji bo xurtkirina aborî ya jinên ku hewcedarê karin xebat bikin û piştgirî û destek bidin wan
– Vekirina ciyên dîtinê yên guncav da ku yek ji dêûbav bikaribe zarokê xwe yê ku di destê yê din de tên xwedîkirin bibîne.
– Amadekirina bernameyeke televizyonê ji bo nirxandina pirsgirêkên jinan û Mala Jinê
– Xebatên li ser sepandina qanûna malbatê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Di navê konferansê de peyaman ji Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û serkirdeyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên leşkerî re bişînin û tê de daxwaz ji wan bikin ku rêkarên ku di Yasaya Malbatê de hatine diyarkirin bi cih bînin û binpêkerên xalên qanûnê ceza bikin. .
– Avakirina komîteyek ku ji Mala Jin, Tevgera Jin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin, Rêveberiya Jin û Rêxistina SARA pêk tê ji bo wergirtina jinên serî li malên jinan û peydakirina stargehekê ji bo parastina wan bixebite.
– Dema jin radestî malbatên xwe bên kirin, li ser lihevhatinê kar bikin
Rewşa jinên ku radestî malbatên wan hatine kirin bişopînin
Hesekê 3/8/2023