ÇalakîNûçe

Hilbijartinên Pêşwext li navçeya Qamişlo û bajarokên wê destpê kirin

Hilbijartinên Pêşwext yên jinan ji bo namzediya şaredariyê li navçeya Qamişlo û bajarokên wê, ji bo hilbijartina namzetên jin ên ji bo hilbijartinê dest pê kir

çar sindoqên hilbijartinê ji bo hilbijartina namzetan hatin destnîşan kirin, li Qamişlo, navçeya rojhilat li navenda Kongra Star a taxa Enteriyê, taxa rojava li dibistana Mihemed Selîm Xelef û li her du bajarokan jî li navenda Kongra Star pêkhat.

Proseya hilbijartinan demjimêr heştê sibê destpê kir û heta pêncê êvarî berdewam bû û piştî bidawîhatina proseya hilbijartinan, Komîteya Amadekar a Hilbijartinan ji bo hejmartina dengan û ragihandina encamê civiya

Di lîsteya namzedên navçeya Qamişlo de 2 namzetên jin hebûn û deng bi vî rengî bûn:

Cîgira hevserokatiya Yekîtiya Şaredariyan Bêrîvan Omer hejmara dengan: 751

Rêveberê Dibistana Mihemed Elî Zeynel, Hêvî Mihemed, hejmara dengan: 578

Bêrîvan Omer dengê herî bilind gırt.

Lîsteya namzedên bajarê Gırbawî, hejmara dengan:

Nedwa Îbrahîm, hejmara dengan: 190

Halima Xalid, Hejmara dengan: 97

Nedwa Îbrahîm  dengê heri bılınd gırt

Lîsteya namzedên navçeya Tenûriyê, hejmara dengan

Xewla El-Xelef, hejmara dengan: 112

Xewla Nûh, hejmara dengan: 91

Afaf El-Ehmed, hejmara dengan 58

Xewla El-Xelef dengê herî bilind girt

hilbijartinên pêşwext yên navçeya Qamişlo bi daxuyaniyekê bi dawî bû, daxuyanî li navenda PYD’ê ya navçeya Kornîş bi zimanê Erebî û Kurdî ji aliyê Rêveberiya Kongra Star a navçeya Qamişlo Hendrîn Xelîl ve hate xwendin

Back to top button