ÇalakîNûçe

Li Şehbayê meşa piştgiriyê ya bi jinên Şengal û Efganistanê re

Bi dirûşma “Bi jin jiyan Azadî ber bi şoreşa jinê ve” Kongra Star û Yekitiya jinên Êzidî ya kantona Efrîn û Şehbayê li dijî qirkirina jinan li Şengal û Efganistanê meşeke piştgiriyê li dar xist.

Kongra Star û Yekitiya Jinên Êzîdî ya Kantona Efrîn û Şehbayê bi beşdariya şênî û endamên saziyên herêmê meşek li Şehbayê li dar xist.

Meşê ji gundê Til Sûsîn heya gundê Meratê yê navçeya Ehdasê Meşiyan. Beşdaran pankartên “Bi rihê jinên têkoşer em ê yekitiya jinên cîhanê li dijî zihniyeta baviksalarî xurt bikin”, “Bi birêxistinbûyîna me, em ê qirkirina li dijî jinan bisekinînin û jiyaneke nû ava bikin” hildan.

Li gundê Maretê meş veguherî mitingê. Di mitingê de bi navê Yekitiya jinên Êzîdî ya Rojava Gulê Cafer axivî û tundiya li dijî jinên li Efganistanê û jinên ji hêla çeteyên DAIŞ′ê hatine revandin, şermezar kir.

Gulê wiha got: “Em jinên Efrîn û Şehbayê li dijî tevahî şêweyên tundiya li dijî jinan û komkujiya li dijî wan disekinin. Em dîroka roja reş ya li ser Şengalê şermezar dikin û em berxwedana jinên Şengalê û Efganistanê silav dikin. Îro jin ji hêla rejîman ve tên qirkirin. Ew hewl didin nasnameya wê biçewisînin û wan zindî binax bikin. Lê ne pêkan e, ji ber ku serdema binaxkirina jinan bi dawî bû.”

Gulê  bang li tevahî jinên li cîhanê kir ku piştgiriya jinên ji ber zulm û bindestiyê êş dikişînin bikin, bi taybet jinên li Efganistanê ku êdî ji mafên xwe bê par in.

Piştire li ser navê Kongra Star Necah El Hesen axivî û wiha got: “Em berxwedana jinan silav dikin her wiha em tu carî van kiryaran ji bîr nakin. Êdî bes e kuştin û revandina jinan. Bila tevahî jin destê xwe bikin yek û li dijî zihniyeta qirêj a ku DAIŞ`ê belav kiriye jinan rizgar bikin û bi rihê jina azad jiyan bikin.”

Dûre şanoyek li ser qirkirina êzidiyan a ku di dema ku êrişa DAIŞ`ê de pêk hatî, hate pêşandan.

Meş bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

Back to top button