ÇalakîNûçe

Kongra Star navê namzedên jin yên navçeya Til Temirê û bajarokên wê eşkere kir.

Namzedên jin ên Til Temirê eşkere bûn

 Îro bi dehan jinên navçeya Til Temir û gundewarên wê berê xwe dan sindoqên dengdanê yên ku ji bo namzedên jin yên şaredariyan hatibûn danîn. Piştî ku deriyê dengdanê di saet 15:00 de hat girtin, jimartina dengan destpêkir. Kongra Star encamên pêşhilbijartinê li ber navenda xwe ya li Til Temirê a Kantona Cizîrê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Namzedên ku di pêşhilbijartinan de bi serketin wiha ne: Melsa Dêrîkî û Sabrîn El-Ehmed.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de wiha got: “Yekemîn car e di dîroka mirovahiyê de tevgereke jin wekî Kongra Star rêxistineke rêxistinî, civakî û siyasî ye, bi navê xwe beşdarî hilbijartinên şaredariyan dibe. Beşdarbûna bi nasnameya Kongra Star wekî gaveke din ber bi şoreşa jin a dîrokî ve ye. Li ser vî bingehî jî îro pêşhilbijartin li navçeya Til Temirê hat destpêkirin, piştî dengdayînê û jimartina dengan namzedên jin yên ku biserketin ev bûn Melsa Dêrîkî û Sabrîn El-Ehmed e. Di meş û rêwîtiya wan de em serkeftinê dixwazin û em di wê hêvî û bendewariyê de ne ku dê di demên pêş de bikaribin di şaredariyên demokratîk de roleke bihêz bilîzin.”

Daxuyanî bi diruşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button