DaxuyanîDîplomasî

Hevahengiya Kurdistan di Meşa jinê cîhanê ya Bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn piştgiriya xwe bi daxuyaniyekê piştgiriyaxwe bi jinên Efxanî û Şengalî re eşkere kir

Ji aliyê  Hevahengiya Kurdistan di Meşa jinê cîhanê ya Bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn ,bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji kampaniyaya ku ji aliyê KJKê ve hatibû ragihandin ji raya giştî re eşkere kir

Di saetên serê sibê de  li ber navenda Kongra Star a bajarê Hesekê dîroka şemî 12ê Tîrmeha 2023an de ji aliyê  Hevahengiya Kurdistan di Meşa jinê cîhanê ya Bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn ,bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji kampaniyaya ku ji aliyê KJKê ve hatibû ragihandin ji raya giştî re eşkere kir. daxuyanî bi zimanê erebî  û kurdî ji aliyê herdû endamên Komîteya têkilî û tifaqên siyaseta demokratîk a Kongra Star Pêncewîn Elî û Rûken Ehmed ve hat xwendin ,daxuyanî wuha bû:

Em weke tensîqiya Kurdistanê di meşa jinê cîhanê ya herêmên Bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn. Bi boneya 9 e mîn salvegera Komkujiya Şengalê û duyemîn salvegera serdestiya tevgera Talîban  li Afganîstan, piştgiriyê didin kampanya ku ji aliyê komela Jinên Kurdistanê (KJK) ve hatiye destpêkirin ji bo piştgiriya jinên Şengal û Afganîstanê di bin dirûşma  “Em li gel Jinên Afganîstan û Şengalê li dijî zîhniyeta zilamê serdest disekinin”

tensîqiya Kurdistanê di meşa jinê cîhanê ya herêmên Bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn

Girîngiya destpêkirina vê kampanyayê da diyar kirin ,û daxuyanî wiha domand, ji berdewamiya zîhniyeta desthilatdar a baviksalarî tê, ku roj bi roj berfireh dibe û metirsiyê li ser hebuna jin çêdike . Ew rêjîmên serdest siyaseteke sîstematîk ji bo têkbirina hêza civakê dipejirînin û bi pişaftin û qirkirina jinan dixwazin dîrok, resenî, çand, ziman û tevahiya hebûna civakan asîmîle bikin. Ji ber ku dayik çavkaniya hemû çanday e, ya ku hebûna xwe diparêze jî ew e.

Di komkujiya 74’an a li ser gelê Êzidî pêk hat, me dît ku ji bo şikandina vîna jinan çawa bi hezaran jin hatin qetilkirin, bi zincîran  li bazarên koleyan hatin firotin. Bi vî rêbazî dixwazin rewşa jin ya beriya serdema navîn vegerînin, nasnameya wê ji holê rabikin, bawerî û biryaran li ser wê ferzbikin. Her wiha ji bo îmaja jinê tenê weke meta bidin nîşandan.

Ev zîhniyeta tevgera Talîban a Afganîstanê ji yê beriya wê ne cuda ye. Serdestiya hêzên hegemon û kapîtalîst ku îdiaya parastina mafên mirovan û doza nirxên mirovahiyê dikin. Di rastiyê de ewin  yê ku tovê nîcadperest û tundrewiya olî belavkirine, ku di serî de jinan dikin armanc, avakirina tevger û rêxistinên bi vî rengî yên paşverû tenê xizmeta berjewendiyên wan welatan dike, ku her dem dixwazin pevçun û nakokiyan li naverastê Rojhilata Navîn biafirînin. Derxistina biryarnameyên rojane ji aliyê Talîbanê ve ji bo sînordarkirina azadiya jinan û ji bo ku nikaribin mafên xwe pêk bînin bu.

Em wek tevgera jinên Kurdistanê û li ser bingeha baweriya xwe ya bi doza azadiya jinê li her cihê ku lê bin û erk û berpirsyariya xwe ya dîrokî pêwîstî dibînin ku piştgiriya têkoşîn û berxwedana jinên Efxanî û Şengalî bikin. Yê ku hîn jî xeterî li ser hebûna wan heye. Em jî bi vê zîhniyetê re rû bi rû dimînin û ji bo bidestxistina azadiya hemû jinan têkoşînê dikin, da ku destkeftiyên xwe biparêzin û ji bo hemû jinên cîhanê bikin mîras.

di dawiya daxuyaniyê de  bang li hemû rêxistinên jinan û tevgerên azadîxwaz û demokrat hat kirin, ku daxwaza mafê gelê Êzidî yê li Şengalê bikin , ta ku mafê çarenûsa xwe  bidestbixin, û hemû jinên ku çarenûsa wan nediyar e rizgar bikin  û daxwaza cezayê giran ji sûcdaran bikin. 3’ê Tebaxê weke roja naskirina mafê gelê Êzidî û roja qirkirina jinan bê xwestin. Her wiha piştgirîkirina têkoşîna jinan li Afganîstanê li dijî desthilatdariya zihniyeta serdest ku olê weke hincet digre ta ku jin ji hemû mafên xwe bê par bimînin.

 

Tensîqiya Kurdistan di Meşa jinê cîhanê ya Bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn

Back to top button