ÇalakîNûçe

Rêxistinên mafên mirovan û Komîteya Şilêr sûcê tecawizkirina zarokekî li Efrîna dagirkirî şermezar kirin.

Komîteya Şilêr û Rêxistina Sara, ligel Buroya Parastina Mafên Zarokan li kantonên Efrîn û Şehbayê, ji bo şermezarkirina revandin û destavêtina keçeke 14 salî  piştî gefên li dê û bavê wê hatibû xwarin, xwepêşandanek li dar xistin.

Kantona Efrînê û herêmên din ên dagirkirî rojane dibin şahidê rêze tawanan ku li dijî jin û zarokan tên kirin, di nav de bûyerên revandin û destavêtin.

Li gorî nûçeya Ajansa Hawarê, duh endamê meclisa xwecihî ya navçeya Cinderêsê Nasr Bustanî û kurê wî Zekeriya Bustanî destdirêjî li keçeke 14 salî kirine, piştî ku malbata wê bi kuştinê tehdît kirin wê direvînin.

Bi berdewamiya rêzeya tawan û kiryarên nemirovane li herêmê bi bêdengiya navdewletî re û ji bo şermezarkirina van kiryaran, Komîteya Şilêr, Rêxistina Sara û Buroya Parastina Zarokan bi rawestaneke xwepêşanderî li ber  navenda ciwanan a navçeya  Ehresê.

Di çalakiya xwepêşandanê  de di serî de bi deqeyek rêzgirtinê li  ser giyanê şehîdan rawestiyan destpê kir, zarokan pankartên şermezarkirina van pêkanînan hilgirtin; Di wê xwepêşandanê  de du axaftin bi zimanê erebî û kurdî , ji aliyê Zeyneb Xelîl, endama ofîsa parastina mafên zarokan û bi erebî ji aliyê Bedia Muslim, berdevka Komîteya Şilêr ve hatin kirin

Di her du axaftinan de rêze kiryarên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê hatin şermezarkirin û ev tişt hate gotin: “Dagirkerî, binpêkirin, destavêtin û pêkanînên din li ber çavên civaka navneteweyî ku  heya roja îro bêdengin.

Li ser dosyeya revandina keçeke 14 salî ya ji bajarokê Til Salûr ê navçeya Cindirêsê ya li bajarê Efrîna  dagirkirî, hat gotin: “Ev zaroka ku dixwest jiyana xwe bidomîne, hat revandin. û ji aliyê çeteyan ve tecawiz ev tişt tê kirin, lewra destavêtina zarokan wek tawaneke li dijî zarokatiyê û tawaneke şer tê dîtin.

Em bang li rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên mafên zarokan dikin ku li dijî van pêkanînan bisekinin, ji ber ku yên van çalakiyan dikin hemû qanûnên ku mafên zarokan diparêzin binpê dikin.”

Bila her du gotinên dawî soz bidin ku em ê li hemberî van hemû pêkanîn û binpêkirinên li dijî zarokan bisekinin û bi ewle vegerin herêmên dagirkirî da ku zarok bi ewle bijîn û perwerdehiya xwe bibînin.
Çalakiya xwepêşandanê bi qîrîna dirûşmên, “Ji qetilkirina zarok re na”, “Ji tecawizê re na” bi dawî bû.

Back to top button