ÇalakîNûçe

Berpirsiyariya hemû kesên ku tawanên li dijî jinan dikin. Pêşniyarên herî girîng ên panêla li bajarê Hesekê hatın pêşkêş kirin

ku ya herî girîng rawestandina li hember hemû şêweyên tundî û kiryarên nemirovane yên li ser jinan, hesabpirsînê ji hemû kesên ku di bin her navî de tawanên kuştina jinan di civakê de kirine, û xurtkirina danişînên zaniyariyê ji bo hişyarkirina civakê

 

Panela li bajarê Hesekê bi çend pêşniyaran bi dawî bû, ku ya herî girîng rawestandina li hember hemû şêweyên tundî û kiryarên nemirovane yên li ser jinan, hesabpirsînê ji hemû kesên ku di bin her navî de tawanên kuştina jinan di civakê de kirine, û xurtkirina danişînên zaniyariyê ji bo hişyarkirina civakê.

Kongra Star bi hemahengiya li gel Komîteya Jinan, Konferansa Îslama Demokratîk û ofîsa Dada Civakî, îro Şemiyê 26.08.2023ê li avahiya meclisa Sûriya Demokratîk li bajarê Hesekê, bi armanca rûbirûbûna tawanên li dijî jin di bin her navî de.

panêla ku bi diruşmeya “Têbikoşe  azad bibe, nebe qurbanî” bi beşdariya bi dehan endamên meclîsên jin ên saziyên Rêveberiya Xweser, Kongra Star û endamên partiyên siyasî hate lidarxistin.

panêlê bi deqeyek rêzgirtinê li ser rihê şehîdan rawestiyan dest pê kir û pişt re jî xeleka yekem a bi navê “Kuştin sûc e û bêdengî tevlîbûna vî sûcî ye” ji aliyê endama Desteya Jinê Emîne Şêxo ve destpê kir. Encumena Kongreya Îslama Demokratîk li Hesekê û eksena duyemîn “Na ji kuştina jinan re” ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star Rîma Mehmûd ve hat pêşkêşkirin û sêyem jî bi navê “Tundiya li ser jinan” ji aliyê Rêvebera komîteya Dadê  Ala Îbrahîm ve hat pêşkşkirin.

Di xeleka duyemîn de ku bi sernavê “Ji kuştina jinan re na”haye dayîn, “Ji destpêka dîrokê ve tevgera azadiya jinê û analîzên Rêbertiyê li ser êş û azarên ku jinan di serdema dîrokî de jiyan kirine, hatiye avakirin. bi keşfên xwe yên xwezayê bûne wek xwedayan û ji destpêka damezrandina êl û eşîran ve, desthilatdariya baviksalar û otorîter dest bi pêkanînan kiriye. dîroka bi rêvebirina jin û azadî û ramana jinê, lewma çawa ji demên kevnar de, ji hezarên salên borî û heta îro, tekoşîna Nefertîtî, Îştar, Zenobiya û bi hezaran bûne qurbaniyên şoreş û şer. jinan di dîrokê de dest pê kir û berdewam dike.

Endama koordînasyona Kongra Star di berdewamiya axaftina xwe de got: “Bi destpêkirina tevgera rizgariya Kurdistanê ya beriya 45 salan, têkoşîna azadiya jinê dest pê kir, ji ber wê jî tevî zehmetî û êşên ji bo bi destxistina armancên xwe têkoşînek berdewam meşand û hêjî didome.

panêl bi gelek pêşniyaran bi dawî bû ku ya herî girîng ew bû: “Zêdekirina rûniştinên di navbera sazî û komunan de, li dijî her cure tundî û pêkanînên dijmirovahî yên li ser jinan, rawestana li dijî  her cure tundî û pêkanînên dijmirovahî yên li ser jinan û hesabpirsîna hemû kesên kdi civakê de bi her navî ku sucê kuştina jinan kirine

Back to top button