ArşîvDaxuyanîNûçe

Kongra Star şehîdên Xelîfan bi bîr anî û nêzîkatiya noker a dagir,keriyê şer,mezar kir

Kongra Star a bajarê Qamişlo şehîdên Komkujiya Xelîfan bi bîr anî û di heman demê de nêzîkatiya lihevkirina PDK’ê ya bi dagirkeriya Tirk re şermezar kir.

 Kongra Star li bajarê Qamişlo ji bo bîranîna şehîdên ku bi destê  xiyaneta berdewam ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê ve hatine şehîdkirin, daxuyaniyek ji raya giştî re da û siyaseta Partiya Demokrat a Kurdistanê ya qirkirina Kurdan dike armanca xwe şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê rêvebera Kongra Star a bajarê Qamişlo Yûsra Mihemed Şerîf ve, di dema kombûna endamên Kongra Star, endamên saziyên sivîl û xizmetguzarî yên bajêr û endamên Tevgera Jinên Azad a Partiya Yekîtiya Demokratîk de li navendek li taxa Kornîş ya Qamişlo hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de ev hate gotin: “Dewleta dagirker a Tirk bi alîkarî û piştgiriya Partiya Demokrata Kurdistanê, êrîşên xwe yên li ser herêmên parastina rewa didomîne û bi girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şerê xwe yê dijminane li dijî pirsgirêka Kurd berdewam dike. û li dijî Gerîla komkujî pêk tîne.”

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, “Di demeke ku gelê Kurd komkujiya Xelîfan şermezar  dikir û cenazeyên şehîdan dixwast, Partiya Demokrata Kurdistanê alîkariya dewleta Tirk a dagirker berdewam kir û di heman salê de komkujiyeke din pêk anî. Komkujiya duyemîn a Xelîfan, ji bo careke din israra xwe ya li ser xebata bi dagirkeriya Tirk re li şûna lêborînê ji malbatên şehîdan re bixwaze .”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em wek Kongra Star bajarê Qamişlo, ev kar û xebata ku Partiya Demokrata Kurdistanê bi dijminê gelê Kurd radigihîne, li şûna ku piştgirî û piştevanî ji doza kurd re bike, beşdariya xwe di armanckirina doza Kurdî de pêşkêş dike em vê kiriyarê şermezar dikin. ”

Û em teqez dikin ku nêzîkatiya Rêber Abdullah Ocalan di rûbirûbûna her kesê ku zirarê bide doza me û gelê birûmet ên vî welatî  ku hîn berdewame û li hember hemû êrîşan em ê piştgiriya berxwedana gerîlayan bikin, ji ber ku gerîla piştgira gelê Kurd û gelên bindest  yê rastiyê ye û bi berxwedana wan em ê bigihêjin azadiya xwe.

Daxuyanî bi banga dirûşmeyên bîranîna şehîdan ronahiya rêya meye û lanetkirina xiyanetê bi dawî bû.

 

 

Back to top button