ÇalakîNûçe

Hevjiyana azad  bingeha avakirina malbat û civaka demokratîk e

Kongra Star a bajarê Qamişlo  , ji bo jiyaneke azad,  demokrasî û wekheviya zayendî ji bo mêran dewreyeke perwerdeyê hat vekirin.

Kongra Star a bajarê Qamişlo  , ji bo jiyaneke azad,  demokrasî û wekheviya zayendî ji bo mêran dewreyeke perwerdeyê hat vekirin.

Jiyana wekhev têgeha xwedîderketinê  azadiya civakî di navbera zayendan de li ser esasê edalet û wekheviyê ava dike û ev yek îradeya azad û wekhev di navbera jin û zilam de ava dike.Yek ji mercên jiyana azad ew e ku têkiliya jin û mêr bi awayekî rast were kirin û jin di avakirina civakê de rola xwe ya bingehîn û pêşeng bilîze.

îro yekşemê 03.09.2023 li bajarê Qamişlo ji aliyê Kongra Star ve dewreyeke perwerdeyê ji bona mêran hate vekirin û yek ji girîngtirîn waneyên ku bê dayîn hevjiyana azad e,

hejmara kesên ku tevlî vê perwerdeyê bûne 100 kes bû. dersê li ser wate û girîngiya hevjiyana azad e hat dan û piştre senivîzonek derbar, zilam çi ye hat  peşkeş kirin, piştra perwerdê  bi nîqaşan û guftugoyan ve ddokir, piştî nîqaşên derbar  hevjiyana azad hat kirin. sînevîzyona din  ku jin çi ye hat pêşkêş kirin, Medya Mihemed El-Heyawî endama rêveberiya Kongra Star li bajarê Qamişlo destnîsan  kir ku me ev  dewreya  perwerdeyê pewîst dît û ji bo mêran vekir  dibêjin  jin nîvê civakeya, lê eşkereyeye ku zilam hînjî xwe qanih nekiriye û xwe nebihîstî dike ku jin hebûna civakê bixweye  lewra ji bo guhertin û veguhertina di zihniyeta mêr û civakê de were ava kirin pêwîstî herdem bi vekirina van perwerdeyan tê dîtin ,perwerde heyanî du rojan dom dike .

Back to top button