Arşîv

Meclisa Kongra Star civîna xwe ya du mehan li darxist

di civîna du mehan de nirxandinên xebat û çalakiyên Kongra Star û Komîteyên wê ve hat kirin.

9ê îlona 2023 kongra star civîna xwe ya du mehan li darxist :

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê li ser ruhê şehîdan destpêkir , bi van rojevan dest bi guftugoyê kir ,nirxandina çalakî û xebatên kongra star û komîteyên wê herwiha kêm û kurtiyên di nava xebatê de xwe didin der wan tesbîtkirin û bi awayekî lezgîn rê li pêşiya wan lewaziyan girtin  lewra yek ji mijarên sereke ev bû .

Rewşa siyasî geşedanên xwe di nava pêvajoyê de dide der bi taybetî rewşa tevgra azadiyê li Rojhilata navîn herwih li hundur û li dervayî welat   bi giştî rewşa dost û dijminê tevgra azadiyê analîzkirin ,li kêleka van geşedanan serkeftin û destkeftiyê ku weke tevger di Rojava û bakur û rojhilatê suriyê hatin destgirtin ,û tesbîtkirina aliyên lewaz di kar û xebatê de .

Yek ji mijarên herî girîn rewşa jin ku dijmin û sîstema kapîtalîzimê  yek ji malzemeya xweyî herî bingehîn û sereke bikaranîna jin û ciwan e bi taybetî rewşa ku jin û ciwan û bi giştî civan pêre rû bi rû tê çi ji hêla fikrî ,ruhî ,derunî,madî manewî hate destgirtin ,di civîna meclisê de bi kurahî hatin nirxandin û li ser rê û rêbazên ku di rêya jin û ciwanên bi rêxistinkirî de emê cawa xwedî li destkeftiyên şoreşê derkevin û asta ku gihiştiyê biparêzin .

piştî tesbîtkirina van rastiyan şêwazên ku serkeftinên heyî çawa hîn zêdetir bêne zêdekirin û bi hêzkirin herwiha lewaziyên ku derketine holê bi şêwazên hîn rêxistinîtir bêne derbaskirin ,ji bo wê jî civîn gihişt hin biryaran :

1-amadekariyên kampaniyaya ‘Dem dema azadiya fîzîkî a rêber A,P,o’

2-amadekariyên kongra star û hemî komîteyên wê ji bo li darxistina  civînên xwe yî salane

3-amadekariyên çalakî ji bo salvegera serhildana Rojhilatê kurdistan û Îranê serhildana ‘jin, jiyan, azadî’

4- ji bo bersivdayîna ji sîstema baviksalar û bi giştî tundî û neheqiy kuştin û hebûna jin ji nedîtî ve ku jin pêre rû bi rû tê ,li beranber van kiryaran bilindkirina asta têkoşînê û girtina tedîbrên pêwîst.

Back to top button