DaxuyanîNûçe

Kongra Star: Êrî,şa li Sîdekanê xizmeta dewleta Tirk a dagirker dike

Meclisa Kongra Star êrişa çekdarên PDK′ê ya li Sîdekanê ya herêma Biradostê şermezar kir û got: "Em bang li gelê Kurd dikin ku li hemberî van êrişan ku dikevin ximzeta dijmin de dengê xwe bilind bikin û helwesteke zelal nîşan bidin.′′

Çekdarên PDK′ê bi 200 wesayîtên zirxî derbasî Sîdekanê ya herêma Biradostê kirin û êrişî çeperên gerîla. Hêzên gerîla jî bersiv dan êrişê û alozî derket.

Têkildarî mijarê Meclisa Kongra Star daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin ku gelê Kurd li her çar aliyên Kurdistanê bi berdêlên giranbuha destkeftiyên mezin bi dest xistine, lê dijimin û hêzên dagirker dixwazin vî gelê qir bikin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi aloziya li herêma Sîdekanê ya herêma Biradostê hate kirin û wiha hat gotin: ′′Ev alozî dikeve xizmeta dewleta Tirk a dagirker. Armanc ne tesfiyekirina gerîlayên azadiyê ye, lê armanc jê ew e tevahî destkeftiyên Kurdan, bi taybetî yên Başûrê Kurdistanê bikeve xetereyê û şerekî navxweyî di navbera Kurdan de derkeve.′′

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: ′′ Em wekî Kongra Star van êriş û hewldanan şermezar dikin. Em bang li gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê û derve, hemû gelên herêmê, partî û rewşenbîr,  welatparêz û tevahî jinan dikin ku li beramberî van kiryarên ku dikevin xizmeta dewleta Tirk a dagirker dengê xwe bilind bikin û helwesteke zelal nîşan bidin da ku em van hewldanan vala derxin.

Gerîlayên azadiyê zarokên agir û rojê ne, parêzvanên gel û mirovahiyê ne.′′

Back to top button