ÇalakîNûçe

Do danê êvarî bernameya roja yekemîn a çalakiya konvedanê ya li Qamişloyê bi dawî bû

Li bajarê Qamişloyê çalakiya konvedanê ya li dijî tec,rîda girankirî ya li ser Rê,,ber Abd,,ullah Oca,,lan di roja yekemîn de bi dawî bû.

Bernameya roja yekemîn a çalakiya konvedanê ya li bajarê Qamişloyê ya ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî, bi dawî bû.

Bi sedan şêniyên bajar û gundên Qamişloyê li ber stranên şoreşgerî û tilîliyên dayikan herikîn bin kon.

Endama Însiyatîfa Gel Şemsîxan Gulo axivî, helwesta pêkhateyan û beşdarbûna wan bi heybet di çalakiyê de silav kir. Şemsîxan Gulo got: “Ji bin vî konê bi rûmetê em soz didin em ê çalakî û têkoşînê berdewam bikin heta azadiya fîzîkî ya rêberê mirovahiyê pêk were.”

Piştî dîmenê axaftina endamê Buroya Sedsalê û parêzerê Rêber Abdullah Ocalan Cuneyt Caniş hat pêşandan ku bal kişand ser pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê û çalakiya silav kir. Her wiha got: “Têkoşîna gel û helwesta tevahî gelên cîhanê girîng e. her wiha têkoşîna hiqûqî û siyasî wê bi azadiya fîzîkî ya Rêbertî tacîdar bibe.

Bernameya roja yekemîn a çalakiyê bi stranên li ser Rêber Abdullah Ocalan, tilîliyên dayikan û dirûşmên silavkirina berxwedana Îmraliyê bi dawî bû.

Çalakiya konvedanê wê sibe bi meşekê ber bi avahiya Komîseriya Neteweyên Yekbûyî ve bi dawî bibe.

Back to top button