ÇalakîNûçe

Endama Desteya Rêvebir a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif ya derbarê lidarxistina komxebatê û tec,,rîda girankirî

Di serî de em komploya ku di 9ê cotmehê de hat pêkanîn em şermezar dikin ,em careke din vê saşvegera komployê pêîwazî bikin ,û bal kişand ser sedema vê komploya ku li ser Rê,,ber A,,PO hatiye pêkanîn

Endama Desteya Rêvebir a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif ya derbarê lidarxistina komxebatê û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha got:

Di serî de em komploya ku di 9ê cotmehê de hat pêkanîn em şermezar dikin ,em careke din vê saşvegera komployê pêîwazî bikin ,ez dixwazim balê bikşînim ser sedema vê komploya ku li ser Rêber APO hatiye pêkanîn çiye,gelo çima ev komplo li hember serok APO pêkhat çima ne li hember kesek an jî serokek dinê pêknehat.

“Rêber Apo ji destpêka têkoşîna xwe heta niha, gelek gav di aliyê birdoziya rizgariya jin, artêşbûn û rêxistinbûna jin de avêt. Ji bo ku jin bi awayekî wekhev û azad di hemû warên jiyanê de xwedî rolbin, heta di asta serokatî de him ji pirskirêka xwe re him jî ji pirskirêka civakê re bibe bersiv, kedek mezin da. Di roja îro de şoreşa jin di cografya me de pêş dikeve em vê yekê deyindarê fikir û keda Rêber Apo ne. Rêber Apo bi hezaran jin ji bo pirskirêkên jin, malbat û civakê perwerde kirin. Jin kir pêşenga çareseriyê. Îro şoreşa jin bi pêşengtiya van jinan bi pêş dikeve, lewma mirov dikarê bêje şoreşa jin bi pêşengtiya fikrê Rêber Apo, him di cografya me de him jî li tevahî cîhanê bûye riya xelasî û çareseriyê.”

Foza di axaftina xwe de bal kişand li ser wateya hebûn Rtêber APO ku tê çi wateyê ji bo mirovahiyê .wiha got,rojhilata navîn ciyê pêşengan e,em ji xwedavendan bigrin heya roja îro ji Îştaran heya bi Înana ,Nînhursag,û heya roja îro pêşengtî çêbûn ,lê belê ev pêşketin bi rojhilata navîn re sînordar nema gelek bandora xwe li welatên derva û çandên dervayî rojhilata navîn re hat kirin ,li cem e ku îştar yan jî Star ku  Kongra star navê xwe ji vê digre ,ji ber ku star di rojhilata navîn de ciyek xwe yê pir girîng heye wek carnan em dibêjin ya star ya rastî ku em gotin ji bo xwedavendan dihat gotin ,bi demê re têgeh têne guhertin ,mînak li yewnanê  xwedavend Afrodît heye ,ev jî yek ji teyisandina rojhilata navîn li ser perçên din ê cîhanê ye .

Herwiha Foza di berdewamiya axaftina xwe de waih got ,ku navê xwedavenda îsîs hebû ,em li vir dixwazin vê bêjin ku li vir çi nûbûnek çêdibe bandora xwe û teyisandina xwe li welatên derve re jî dide çêkririn,di heman demê de em dikarin ji bo pêxemberan jî bêjin ku bandora xwe li derva jî daye çêkrin ,em dikarin bêjin hersê ol jî ji vir rojhilata navîn derketine,ku em dibînin van olan pêşengiyeke pir mezin ji cîhanê re kirine çi ola yahudî yanjî xiristiyanî yan jî ol a islamê bûne xwedî bandoreke mezin li cîhanê de .

Foza destnîşan kir ku fîlozofên ku di rojhilata navîn de jî derketine,heyanî sedsala 15an û rojhilata navîn pêşengtî ji aliyê fikrî de  ji cîhanê re kir, û gelek filozovên li dervî rojhilata navîn ji van xakan sud wergirtin ji wan filozovan Aristo tales,pisagors ji ewrupa dihatin ji vir destek û sud werdigirtin û diçûn , ewana çavkaniya zanista xwe ji rojhilata navîn digirtin ,em dikarin bêjin ku tib beriya ku ewrupa li pêş bikeve li vir li pêşket,wek Ibnî Sîna ku li vir pêşengtiya tibê kiriye,yanî ne Ebû grad pêşengiya tibê kiriye ,lê ji ber ku dema çandek bê xwedî dimîne ew dem hinek dinê dibin serdest ,ji berku çanda me bê xwediyê li rojhilata navîn wiha diyar dibe ku xwediyê hertiştî her çandeke pêşketî Ewrupa ye ji berku ew xwedî li vê çandê derdikevin û dikin ê xwe ,Foza wiha got ku çand ,ol, felsefe,zanist,exlaq ev çand bi jinan destpêkiriye û xwe li rojhilata navîn belav kiriye .

Foza eşkere kir ku,dema li Rojhilata navîd dogmatîzim li pêşket ev siya xwe da li ser her tiştî,lewma şexsiyeta herêmên Rojhilata navîn biçûk û bê hêz man,li Ewrupa dest bi ronesansê hat kirin çi ji aliyê zanistê de be çi jî ji aliyê felsefe be çi jî ji aliyê ol de be guhertinên ol mezheban dan çêkrin û protestantî li pêşket ,em dikarin bêjin di nava 500 salî qiyamet li Ewrupa rabû û em jî man razayî,diyare hîn heya niha bandora xwe li ser me heye ,em dikarin bêjin ku ev hişt ku pêşengên li vir jî bimesixin ji berku êdî navemda hertiştî bû Ewrupa û armanca ewrupa jî ewbû ku hertiştî bixe dest xwede,û em ji hev perçe kirin yek ji êrîşên sereke ku pêk anînin li ser pêşengan bû yek ji mijarên herî girîng ewbû desteserkirina Rêvebiran , pêşengan bû  ,em dikarin bêjin ku ji piştî sedsala 15 an û vir ve rojhilata navîn mejiyê stratejî windakir ,êdî ew kesên ku pilanan bi fikirek stratejîk ji bo rojhilata navîn deynin û bifikirin neman,rojhilata navîn êdî ji bo xwe û çanda xwe biparêze derbeyek mezin xwar û rojhilata navîn ji hev perçe kirin û li gora vê ji xwere serok û pêşeng çêkirin ,dema em li dîroka wan binêre emê baş bizanibin bê ka eê bi çi re rû bi rû hatine ,em bala xwe bidnê li welatên Ereban her bi inqîlaban re rû bi rû tên ji wan re dibêjin yan hûnê bi sîxur bin yan jî bi inqîlaban re rû bi rû tên ,li vir herêm neçarî serok û pêşengên sîxur kirin ,em bala xwe bidin Iraqê ku dewletek her bi inqilaban re rû bi rû hat heya dema ku Sedam hate ser hukim lê belê di dema Sedam de demeke baş kişand çima gelo ,ki berku sedam kirin weke xwe yan jî Sedam weke wan bû,hukmê wî heyanî 30 sal zêdetir kişand ,niha jî li tirkiyê heman tiştî jiyan dike herdem xwestin serokên li gora bercewendiyên xwe deynin û herî dawî li erdogan sekinîn,ku tirk bi xwe dibêjin erdogan pirojeyeke Emrîkî ye ,ji bo ku cîhana sunî bandor bike Erdogan hatiye erkdarkirin xwestin mînaka dewleta Erdogan li rojhilata navîn û dewletên eweban bikin nimûne ku  li Tunis li Mexribê li Misrê partiya edaletê ava kirin , lê di van salê dawiyê de dîtin Erdogan ji xetê derdikeve gef li wî xwarin weke ku çawa gef li Sedam xwarin jêre gotin ku ti ji xetê derkeve em tejî bikin wek yên din weke Sedam û yên din em dikarin bêjin ku benê hemûyan xistine destê xwe de û naxwazin kesayetên bi hêz ji herêmê derkevin ,naxwazin kesayetên pêşeng ji bo mafên gelan bercewendiyên gelan daxwaz bike û ji bo azadî û wekheviya gelan têbikoşe nehêlin derkevin pêş   .

Foza yusif di dawiya axaftina xwe de wiha got ,pêwîste em erzan nêzîkî van rastiyan nebin divê em bizanibin ku gelekî bê serî ew gel miriye mejiyê wî miriye dema ku mejî dimre ew dem beden jî dimre ,û bi vî rengî dixwazin civaka me di şexsê kesayetên bi hêz de bikujin ,ji ber ku em dibînin di kîjan gelan de kesayetên pêşketî derdikevin pêş ew gel kirine armanca êrîşan çi gelê Ereb dibe çi jî gelê Kurd dibe gel xistine çemberê de û xwestine gel û kesên pêşeng bê bandor bikin ,ev ji bo me bûn xeteriyên tirsnak û mezin dema em li buhara Ereban binêre emê vê rastiyê hîn baştir derxînin zanebûnê ,d buhara ereban de gel rabûn serpiyan serhildan kirin tu pirsgirêka gel tinebû,lê pirsgirêka herî serke a buhara ereban ewbû pirsgirêka pêşengtiyê bû ,ger serokatiyek pêşengiyek rast ji bo buhara ereban hatiba kirin wê gel neketa vî halî de ,di vir gel rabû û ew kesên ku pêşengbûn li pey berjewendiyên xweketin û gel firotin

Mijara sêyemîn a bi sernavê “Projeya neteweya demokratîk modela çareseriyê ye” ji aliyê seroka Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer ve hat birêvebirin. Edalet Omer got; “Ji ber kaosên li Rojhilata Navîn, felsefeya neteweya demokratîk ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hat afirandin. Ev proje li dijî dewlet-netewe ye û ji aloziya li Sûriyeyê û herêmê re dikare bibe çareserî.”

Mijara çaremîn a bi sernavê ” Konfederalîzma jinên demokratîk ” ji aliyê berdevka Kombûna Jinan a Zenûbyayê Xûd Îsa El Elî ve hat şîrovekirin. Xud Elî diyar kir ku pêwîstiya cîhanê bi Konfederalîzmeke demokratîk a jinan heye û got:” Ev pergal ne navendî ye, lê modeleke rêxistinî li ser bingeha nîv serxwebûna demokratîk hatiye avakirin. Ev pergal tê wateya ku her kes xwe li hember hemûyan berpirsiyar dibîne.”

Xûd El Îsa anî ziman ku divê hevbendiyên jinan ên şoreşgerî li ser asta cîhanê werin avakirin û got: “Divê ev hevbendî demokratîk bin, xwedî wateyên stratejîk bin. Divê li ser esasê armancan, ne li ser esasê berjewendiyên were pêşxistin.′′

Berdevka Însiyatîfa Nûn a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Sewsen Şoman jî bi rêya dîmenekî beşdar bû. Sewsen têgeha konfedralîzma demokratîk û neteweya demokratîk şîrove kir û got: “Ji ramanê neteweya demokratîk ê ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, tiştekî din girîgtir nine ku em li ser biaxivin. Ev proje pêwîstiyek e û ji bo Rojhilata Navîn çareseriyek e. Projeya neteweya demokratîk hebûna gelan, wekhevî û jiyana hevbeş a di navbera tevahî pêkhateyan de mîsoger dike.”

Beşdaran nêrînên xwe parve kirin û gotin, divê jin di hemû qadan de di serî de qada diplomatîk û qanûnî de têkoşînê xurt bikin da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin û ji bo berfirehkirina fikra konfedralîzma jinên demokratîk li gelemperiya Rojhilata Navîn bixebitin.

Komxebat bi xwendina encamnameyekê bi dawî bû. Encamname bi zimanê kurdî ji aliyê Hena Xalid û bi zimanê erebî ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo ve hat

 

Back to top button