ÇalakîNûçe

Panelek diyalogê li Şamê hat lidarxistin

Di paneleke diyalogê li Şamê de teqezî bi girîngiya rola jinan di hemû qadan de li gor fikrê Rêber Abdullah Ocalan û pêşxistina jinan hat dayîn.

Kongra Star a paytexta Sûriyeyê Şamê panelek diyalogê li dar xist, panel 2 rojan dom kir û tê de bal kişand ser rola jinan di civakê de û şoreşa jinan û destkeftiyên wan û tê de jinên Kurd û Ereb beşdar bûn.

Di roja yekê de berdevka Kongra Star Reyhan Loqo panel bi rêve bir.

Reyhan behsa şoreşa jinan û perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan têkildarî azadiya jinan, kir.

Reyhan îşaret pê kir ku jinan pêşengiya şoreşa 19`ê Tîrmehê kir heta ku bi şoreşa jinan hate binavkirin.

Di roja duyem de endama Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Kongra Star Reyhan Temo panel bi rêve bir û zayendperestî nîqaş kirin.

Reyhan Temo wiha domand: “Pergala desthilatdar îro bi awayekî kûr didome, ji ber wê jî ji bo rizgariya jinan ji bindestiyê divê têkoşîneke mezin bidin meşandin û perwerdeyên berfireh bigirin.”

Di dawiya panelê de beşdaran der barê mijarên panelê de nîqaş kirin.

 

Back to top button