DaxuyanîNûçe

Rêxistina Nûdem A astengdaran êrîşên Dewleta Tirk şerm,,ezarkirin

bi mebesta şerm,,ezarkirina êrî,,şên Dew,,leta Tirk rêxistina Nûdem a Astengdaran a qada civakî bi daxuyaniyek da

Rêxistna Nûdem a astengdaran êrîşên li bakur û rojhilatê suriyê bi daxuyaniyekê şermezarkir daxuynî li ber naveda rêxistina Nûdem a bajarê Qamişlo ji aliyê endamê rêxistnê ve Samî Fehed ve hate xwendin .

di daxuyaniyê wiha hat gotin :

Em weke Rêxistina Nûdem êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di 04.10.2023 de  dest pê kir, şermezar dikin. Ev êrîşên li ser deverên jin, zarok û civaka me dibin sedema ku gelek mirov jiyana xwe ji dest bidin. Li hêrêmên me herî dawî jî hate dîtin ku cihên sivîlan yên jiyanê yên wekî embarên genim, cihê pêdiviyên jiyanî, êstegehên kehrebeyê, bîrên petrolê û hem jî gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi balafirên bêpîlot hatin bombarandin. Di encamê de gelek zîyanên madî û canî çêbûn. Wekî tê zanîn di civaka me de bi hezaran kesên astengdar û xwedî pêdivîyên taybet hene, di nav van êrîşan de herî zêde kes û zarokên astengdar rastî zehmetiyan tên. Rojane êrîşên ku tên kirin û koçberîya ji encama wan, bi awayekî neyênî bandorê li jiyan, tenduristî û derûnîya astengdaran dike. Ev êrîşên ku li ser herêmên bakur û rojhilatê suriyê  , li ber çavên hemu cîhanê têne kirin, lê li hemberî van êrîşan bêdengiya cîhanê dibe sedema ku dewleta tirk a faşîst êrîşên xwe hîn dijwartir bike.

di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistin û şopandina zarok û astengdaran kir ku li hember van êrîşan bêdeng nemînin û van êrîşan rawestînin :

Hemû sazî û rêxistinên cîhanî yên mafê mirovan, rêxistinên parastin û şopandina astengdaran, zarok û mirovan li hember van êrîşan bêdeng dimînin. Em bang li wan dikin ku ev rêxistin û saziyên bi navê parastinê xwedî li erkên xwe derkevin. li hember kiryarên dewleta tirk dengên xwe bilind bikin û van êrîşan qebûl nekin. Parastina jiyana her astengdarekî berpirsyarîya her mirovekî ye.

Em van êrîşan bidin rawestandin û li hember vê hovîtîyê bêdeng nemînin.

RÊXİSTİNA NÛDEM A ASTENGDARAN

6-10-2023

Back to top button