îro Şemî 7.10.2023 di seatên ber bi êvarî de ji aliyê komîteya mafê şopandina zarokan Şilêr ve bi dehan zarok tevlî daxuyaniyê bû daxuyanî li ber komîna Şehîd Fexrî Musellî hat dayîn daxuyanî ji aliyê Rojda Xelîl endama komîtey şilêr hat xwendin
Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, saziyên jiyanî û xizmetê hatin ,di heman demê de ku ev êrîş dibe sedema kuştina zarokê û mirovên sivîl û bê guneh şermezarkirin
daxuyanî wiha bû:
Bi derbasbûna sala çaran li ser dagirkeriya dewleta tirkiyê li bajarê serê kaniyê û girê sipî yên kû bi çekên herî giran wekî çekên kîmiyawî êrîşkir, û di encamên van êrîşan gelek zarok jiyana xwe ji dest dan û gelek zarok canê wan hatin şewitandin û bûn qurbaniyên van êrîşên hovane.
Ne tenê Bi çekên kîmiyawî lê bi hemû rê û rêbazan êrîş dike wekî revandin, tecawizkirin û koştina zarokan û jinan, qotkirina wan ji jiyana zarokatiyê, koçbertî.
Ji wê demêde heyanî roja îro Rojane li herêmên me yên dagirkirî û rojane li ber çavê her kesî zarok û jin têne tecawizkirin ji aliyên çeteyên wî yên kû cihê xwe li wir digirin û heta roj îro berdewam dike.
Ne tenê li herêmên dagirkirî êrîş berdewame lê li her çar perçeyên kurdistanê êrîşdike.
Li rojavayê kurdistanê di dîroka 4 mijdarê sal 2023yan de êrîşên xwe dijwar kir li ser herêmên bakûr û rojhilatê di eynî demê de di sala 2019an de dema êrîş bir ser serê kaniyê û girê spî.
Lê vê carê piraniya êrîşên xwe biriya li ser cihên kû pêwîstiyên jiyanê debardikin wekî jihên genim, kehrebe, av, û gel di bin ambargo de bihêlin da kû Gelek mijarên neyînî derkevin holê û metirsiyekê têxe dilê gel û zarokan ji jiyana wan dûr bixe û pêşeroja civakê winda bike û di encamê van êrîşan gelek zarok jiyana xwe ji destan.
daxuyaniyê wiha bi dawîkir,em bi navê qomîta şlêr ya şopandina mafê zarokan Li bakur û rojhilatê Sûriyê van êrîşên dewleta tirk lanet û şermezar dikin. Û dibêjin kû çi kesên kû erkê prastina zarok û mirovan diparêze li erkên xwe xwedî derkevin.