DaxuyanîNûçe

komîteya Şopandina mafê zarokan şilêr a kampa penaberan a serê kaniyê:kesên kû erkê prastina zarok û mirovan diparêze li erkên xwe xwedî derkevin.

di seatên berê de ji aliyê komîteya şopandina mafê zarokan Şilêr ve li kampa penaberan a serê kaniyê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

daxuyanî  ji aliyê endama komîteya şopandina mafê zarokan ve Xebat mecîd badilî ve hat xwendin

daxuyaniyê eşkere kir ,

Bi derbasbûna  sala çaran  li ser dagirkeriya dewleta tirkiyê li bajarê serê kaniyê û girê sipî yên kû bi çekên herî giran  wekî çekên kîmiyawî  êrîşkir, û di encamên van êrîşan   gelek zarok jiyanaxwe ji dest dan  û gelek zarok canê wan hatin şewitandin û bûn qurbaniyên van êrîşên hovane. Ne tenê  Bi çekên kîmiyawî lê bi hemû rê û  rêbazan êrîşdike wekî  revandin, tecawizkirin û koştina  zarokan û jinan,  qotkirina wan ji jiyana zarokatiyê,   koçbertî.

Ji wê demêde heyanî roja îro Rojane li herêmên me yên dagirkirî   û rojane li ber çavê her kesî zarok û jin têne tecawizkirin ji aliyên  çeteyên wî  yên  kû cihê  xwe  li wir  digirin û hetanî roj îro berdewam dike. Ne tenê li herêmên dagirkirî êrîş berdewame lê li her çar perçeyên kurdistanê êrîşdike.

Li roj avayê kurdistanê di dîroka 4 mijdarê sal 2023yan de êrîşên xwe dijwar kir  li ser herêmên bakûr û rojhilatê   di eynî demê de di sala 2019an de dema   êrîş  bir ser serê kaniyê ûgirê spî. Lê vê carê  piraniya êrîşên xwe    biriya li ser  cihên kû pêwîstiyên jiyanê debardikin wekî jihên genim, kehrebe, av,  û gel di bin ambargo de bihêlin da kû Gelek mijarên neyînî derkevin holê  û metirsiyekê têxe dilê gel û     zarokan ji jiyana  wan dûr bixe û pêşeroja civakê winda  bike û di encamê van êrîşan gelek zarok jiyana xwe ji destan.

di dawiya daxuyaniyê de  wiha hat gotin ,bi navê qomîta şlêr ya şopandina mafê zarokan Li bakur û rojhilatê Sûriyê van êrîşên dewleta tirk lanet û şermezar dikin. Û dibêjin kû  çi kesên kû erkê prastina zarok û mirovan diparêze li erkên xwe xwedî derkevin.

Back to top button