ArşîvÇalakîNûçe

Gelê kantona Qamişlo ,gelê ku baweriya xwe bi felsefeya Rê,,ber Abd,,ulla oc,,elan aniye wê teqez bi serkeve

Îro (9’ê Cotmehê) salvegera destpêkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku di vê rojê de di sala 1998’an de ji Sûriyeyê derket û êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker li ser Serêkaniyê û Girê Spî ku di encamê de pêk hat.

Bi şermezarkirina komplo, êrîşên dagirkeriyê û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ku ji 4’ê Cotmehê û vir ve li 8 bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêmê hatiye destpêkirin û berdewam dike.

Beşdarên meşê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, alên Tevgera Civaka Demokratîk û pankartên bi nivîsa “Bi yekîtiya gelan em ê êrîşên faşîzma Tirk têk bibin û Rêber APO  azad bikin” hilgirtin. û pankartên din ên bi nivîsa “Em  bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin.” pankartên daxwaza qedexekirina firîna balefiran li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.

Li bajarê Qamişlo bi hezaran şêniyên bajar û navçeyên Til Hemîs, Amûdê û Tirbe Spiyê bi xwepêşandanekê ji çerxereya El-Felahîn a li navenda bajêr dest pê kir û heta deriyê têketinê dest meşiyan. Bi beşdarbûna xwendekarên dibistanê, şêx û navdarên eşîrên Ereb û Kurd û endamên saziyên îdarî, jin, olî û ciwanan û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê ber bi balafirxaneya Qamişlo ve çûn.

Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên “Bijî berxwedana Rêber Apo”, “Ji bomberdûmana dewleta Tirk re na” hatin hildan.

Meşvanên ku li kolanên bajarê Qamişlo  bê navber dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rêber Apo”, “na ji komploya navneteweyî re”, “erê ji azadiya fîzîkî ya Rêber  Apo re”, “Bê serok jiyan nabe” qêriyan” û dirûşmeyên “bimre Erdogan”, “Na ji êrîşên dewleta Tirk re”, “Berxwedan jiyan e” hatin bilindkirin .

Dema xwepêşander gihiştin ber deriyê Firokexaneya Qamişlo ji bo giyanê pakê şehîdan deqeyek rêz girtin, piştre endama Kordînasyona Kongra Star Nesrîn Doko axivî û berxwedana gelan li dijî dagirkeriya navdewletî nirxand. Komploya ku Rêber Abdullah Ocalan kir hedef û got: “Gelê me yê berxwedêr ku dijmin jê ditirse ” Li ser rêya Rêber Abdullah Ocalandimeşe  ku beriya 25 salan bi komployeke navneteweyî ji Sûriyeyê derket.

Nisrîn Dokû destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan 25 sal in li Îmraliyê ji bo hemû gel bi azadî û bi rûmet bijîn têdikoşe û gelê Sûriyeyê jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têdikoşe û got: îradeya gelên ku bawer dikir azadiya fîzîkî ya Rêber Apo temînata azadiya wan e, wê bi ser bikeve.”

Nisrîn bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: “Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya Kurdistanê bi armanca şikandina îradeya dewleta Tirk rastî êrîşên dagirkeriyê tên. Gelê me wê li ser rêya têkoşînê bimîne, ji ber ku hebûna Kurdan rastiyek e û ti hêz wê nikaribin biqedînin .” Ev gel wê gav paşde bavêje û her bimîne li meydanan.”

Back to top button