ÇalakîNûçe

Kongra Star li bajarê Qamişlo ji bo têkoşîna li dijî tu,ndiya li ser jinan meşekê organîze kir

Kongra Star a kantona Qamişlo bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tu,ndiya li Ser Jinê ya Cîhanê bi dirûşma “Li dijî her cure tu,ndî û dag,irkeriyê, jin, jiyan, azadî” meşek li dar xist.

Îro bi sedan jin û mêrên kantona Qamişlo derketin qadan û meş  ji çerxerêya Qermûtî dest pê kir û al û pankartên bi nivîsa “Li dijî her cure tundî û dagirkeriyê, jin, jiyan, azadî” û dirûşmeyan hilgirtin. dirûşmeyên, “Ji tundiya li ser jinê re na” û “Bijî berxwedan” hatin berzkirin.

Bi gihandina beşdaran ber Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê, beşdaran deqeyek rêz ji bo giyanê pakê şehîdan girtin. Piştre jî Koordînasyona Kongra Star Ramziya Mihemed axaftinek kir û wiha got:

Em roja 25ê mijdarê roja têkoşîna tundiya li dijî jinê em bi têkoşîneke mezin pêşwazî dikin û bi bîrtînin ,em hemû jinên ku îro li qadên şer qadên berxwedanê ne dikin ,Yja Star ,Ypj .

Silav ji bo her jinek ku di zindanan de li berxwe didin û têkoşîn dikin,silav ji bo her jinek ku têkoşîna azadiyê dike ,û em gelê xweyî şoreşger ku ev 12 salin berxwedaniyê dike ,em bi hev re li hember her cureyên tundî û dagirkeriyê dibêjin jin jiyan azadî .

Em îro dibînin ku dagirkerî û tundî bi hemî cureyan li ser jinan tê meşandin ,ji nav malbatan bigre heya tevahiya civakê li qadên siyasî û leşgerî herdem jinên pêşeng dibin hedefa êrîşan,û jina xwe rêxistinkrî tê hedefgirtin ,rêxistinên jinan dibin hedefa êrîşan ,jinên ku ji şoreşa rojava re pêşengî kirine ,jinên ku bi felsefeya jin jiyan azadî ji bo azadiyê têkoşiyane dibin hedefa êrîşan ,em bi vê boneyê ku rêber û pêşengê felsefeya bîrdoziya azadiya jinê Rêber APO re ku her roj bi tundiya dagirkeran re rû bi rû ye ji vir heyanî girava Îmralî berxwedana wî silav dikin .

Li vê qadê em herroj li qadanin ,di nava berxwedanê dene û têkoşîna li hember her cureyên tundî û dagirkeriyê ji bo azadiyê dikin,em bi vî şêwazê têkoşînê dikarin rêberê xwe azad bikin daku di nav mede bijî .

Em weke jin divê bi têkoşîna xwe ya li hember tundî û dagirkeriyê mezin bikin daku em di herêmên dagirkirî de,Efrîn,Serêkaniyê ,Girê sipî,Cerablusê, bi têkoşîna xwe dagirkeriyê hilweşînin .

Remziyê bal kişand ser serhildana ku li rojhilatê kurdistanê û Îranê a bi jin jiyan azadî re beriya 2 salan destpêkir û heya niha berdewame ku wê heeya misoger kirina azadiyê bidome ,ev serhildan ilhama xwe ji şoreşa jin ya rojava yê kurdistanê girt û her diçe bi pêşengiya jin ku li her qadê mezintir dibe û bi hêztir dibe ,li tê ispat kirin ku wê helbet şoreş bi serkeve .

Lewra ji bo ev destkeftiyên şoreşa jin bên parastin pêwîste li her aliyê cîhanê jin yekîtiya xwe ava bikin ,pêwîste civak xwedî li şoreş û îradeya  jin derkeve ,dema ku jin ji bo azadiya xwe têdikoşe tê wê wateyê ku ji bo azadiya hemû civakê têdikoşe .

Endama koordinasyona Kongra Star Remzıye mıhemed di dawiya axaftina xwede pêwîstî bi yekîtiya hêza jinan dît û got ,bi vê xebat û têkoşînê emê dagirkeriyê û tundiyê hilweşînin ,û destkeftiyên şoreşa ji ya rojava bikin para her jineke ji bo azadiyê li berxwe dide û em hemî têkoşer û pêşengên şoreşa jin silav dikin û em di wê bawerî û hêviyê deneku emê tekes şoreşê bi ser bixînin .

û çalakî bi diruşmeyên jin jin jiyan azadî bijî rêber Apo na ji dagirkerî û tundiyê re .

 

Back to top button