Hevpeyvîn

Berdevka Kongra Star Rîhan loqo: Em bi hev re meşa azadiyê xurt bikin

Berdevka Kongra Star Rihan Loqo têkoşîna jinan a li dijî tu,ndiyê nirxand û peyama “Em bi hev re têkoşîna azadiyê ya jinan û meşa azadiya jinan xurt û bilind bikin da ku dawî li tu,ndî û dag,irkeriyê

25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinan e, li gelek cihan bi çalakî û bernameyên cuda ev roj tê pêşwazîkirin. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî di 13’ê Mijdarê ango roja şewitandina sînemaya Amûdê de rêzeçalakiyên xwe yên 25’ê Mijdarê bi riya daxuyaniyekê ragihandin ku gelek çalekiyên mîna semîner, perwerde, meş, pêşangeh û çalakiyên hunerî hatin lidarxistin. Ji bo girîngiya vê rojê û çalakiyên ku hatine lidarxistin, berdevka Kongra Star a Rojava, Rihan Loqo nêrîna xwe anî ziman.

‘Têkoşîna jinan domdar e’

Rihan Loqo di serî de jinên pêşeng ên ku bûn wesîle ev roj heta roja îro were bi bîr anî û wiha nirxand: “Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, di serî de şehîdên qehreman, ên ku kêlî bi kêlî ji bo bilindkirina asta têkoşînê, xebatê, berfirehkirina rêxistinbûnê û zanistê ava kirine, di şexsê Sakîne Cansiz, Nagîhan Akarsel, Jiyan Tolhildan, Zeyneb Saroxan, Hevrîn Xelef û tevahî şehîdên doza azadiyê dane avakirin bi bîr tînin û bejna xwe ditewînin û soza bilidkirina têkoşînê didin. Em ê her dem xeyalên hevalên xwe yên şehîd pêk bînin û layiqê wan bin. Roja 25’ê Mijdarê bi taybetî, roja ku tevahî cîhan li hemberî tundiya li ser jinan, yekitiya wan çêbû, bi hev re gotin na ji tundiya li ser jinan re ye. Di şesxê xwişkên Mîrabel de ku têkoşînek bêhempa di dîroka mirovahiyê de dane meşandin, em wan bi bîr tînin, di şexsê wan de ev roj bû dîrok. Têkoşîn, berxwedan, rêxistinbûn û keda jinan ji dîrokê dest pê kir, bênavber heta roja îro hat, ji bo civakê da ku demokrasî û wekhevî pêk were.”

‘Di hemû şeran de jin rastî êşên herî mezin tên’

Rihan Loqo diyar kir ku êrîşên li ser jin û zarokan êrîşên qirkirinê ne û wiha domand: “Her ku asta têkoşîn û berxwedana jinan bilind dibû, asta êrîşên desthilatdar, zayendperest, olperest û netewperest ji her çar aliyan ve zêde dibe, êrîşên dijwar li dijî jinan çêdibin. Di van êrîşan de em dikarin bibêjin bi feraset, hişmendî û planên pir qirêj pêk tînin, keda jinan dixwin û jinan bê nasname, bêhêvî û bê rol dihêlin. Mirov dikare şeran mînak bide, di şerê cîhanê yê 1’em de di asta yekemîn de yên ku zirarê dîtin jin û zarok bûn lê kesê negot û bi nav nehat kirin. Heman tişt ji bo şerê cîhanê yê duyem jî wiha bû ku jinan careke din zirarê û tundî dîtin. Şerê niha ango şerê cîhanê yê 3’emîn jî mirov dikare mînaka Efganistanê bide ku Talîban niha li ser erk e, li ser wan jinan her cure tundî pêk tên. Di heman wextê de di şerê navbera Ukrayna û Rûsyayê de jî jin rastî êrîş û tundiyê tên. Her wiha dewleta tirk a dagirker êrîşên wan li ser Rojavayê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîna Efrîn, Serêkanî, Girê Spî, Bab, Cerablûs, li van herêman tevahî sûcên şer û qirkirinên şer pêk tîne. Heta niha ji van êrîşên li ser jinan re negotine, qirkirin û dewletên navneteweyî van qirkirinan li ser jin û zarokan nabînin. Zarokên ku li van herêman in bi zimanê dayikê hînî jiyanê nabin, bi zimanê biyanî hîn dibin, zarok bi tundî û êrîşan mezin dikin. Ev hemû jî tundî ye. Di heman wextê de li wan herêman, zewaca di temenê biçûk de, pirzewacî pêk tên, mafê jinan tê çewisandin, qetlîam çêdibin, ev hemû tundiya herî mezin in.”

‘Jin berê xwe didin warên şoreşê’

Rihan Loqo bal kişand ser şoreşa jinan a ku li Rojavayê Kurdistanê pêk hatiye û wiha pê de çû: “Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re şoreşa jinan pêk hat, bi ked, hêviya salan a têkoşîn û berxwedana jinan ku di sala 2005’an bi navê Yekitiya Star ava bû kar û xebat meşandin. Ji bo xwe li hemberî tundî, zayendperestî, olperestiyê biparêzin, bedel dan. Bi şoreşê re yên ku yekem daketin qadan, jin bûn. Ji ber jin amade bûn şoreşa xwe ragihînin. Jin tevli şoreşê nebûn, jinan şoreş ava kir. Ev şoreş, şoreşa zanist, rêxistinbûn, afirandina hevjiyana azad, malbata demokratîk e. Pergala jinan a ku ava kirine, bûye nimûne ku jin di vê sedsalî de çawa şoreşa xwe bi rê ve dibin.”

‘Dewleta tirk ji hêz û şoreşa jinan ditirse’

Rihan Loqo êrîşên dewleta tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha nirxand: “Dewleta tirk bênavber êrîşî axa me dike çima? Ji ber ku ji hêza jinan û şoreşa wan ditirse. Êrîşên ku li dijî jinan pêk tên, qirkirina jin, zarok û civakê ye. Ev êrîş îsbat dikin ku bêdengiya cîhanê, tê wateya ku her kes şirîkê vê qirkirina li ser jin û zarokan e. Ji êrîşên heyî ne tenê jin, civak, xweza, bajar û ax zirarê dibînin û şerê taybet dimeşînin. Koçberiya pêk tê jin êşa wê dikşînin. Xweza û xirabkirina ekolojîk yekem car li ser jinan pêk tê. Em nikarin xwe û xwezayê ji hev qut bikin. Em ji perçeyek jiyanê ne, ger guhertina demografîk pêk bê, ew bandorê li ser jin, dîrok, nasname û derûniya jinan dike. Di aliyê din de jî bi fihûş û madeyên hişbir, dixwazin bi riya jinan bixin di nav civakê çima? Ji ber naxwazin jin bibe hêz û îrade, dixwazin jinan bi planên xwe yên xirab, bixînin. Di nava 12 salan de gelek êrîşên dijwar li hemberî şoreşa me pêk hatin.”

‘Di vê sedsalê de qirkirin li ser jin û zarokan heye’

Rihan Loqo cureyên tundiyê wiha anî ziman: “Nagihan Akarsel bi zanista jinan re mijûl dibû ku me dît li Silêmaniyê li pêşiya mala xwe çawa bû hedef. Her wiha li Bakurê Kurdistanê jinên ku bi doza jinan re eleqedar dibin, cezayên giran digrin. Çima dixwazin temenê xwe di zindanê de derbas bikin? Ev tundiya herî mezin e. Gelek jinên hunermend, rewşenbîr, nivîskar, parlamenter û siyasetmedar, rastî cezayên giran tên. Di cîhanê de kes naçe wan zindanan û çima ceza hatiye birîn, kes napirse. Ev yek ji heman feraset û hişmendiya desthilatdariyê tê. Li aliyê din li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, pergalek pir giran a desthilatdariyê heye. Di sedsala 21’emîn de hat îsbatkirin ku ev qirkirin li ser jin û zarokan e. Hat îsbatkirin ku ew dewlet dagirker, desthilatdar in û tenê berjewendiyên xwe yên şexsî diparêzin. Ew dewlet xizmeta civakê nakin.”

‘Bi hêza jinan dê dawî li dagirkeriyê were’

Rihan Loqo diyar kir ku ji bo dawî li hişmendiya baviksalarî û pergala dagirekriyê were, pêwîstî bi hevgirtin û yekitiya jinan heye û wiha pêl da gotinên xwe: “Rêber Apo got sedsala 21’emîn sedsala jinan e, em dibînin, li tevahî herêmên Rojhilata Navîn û Kurdistanê pêşengiya jinan ji civak û şoreşê re heye, ev yek bi hêz û îradeyek mezin, bi rêxistinbûn û zanistek mezin, civaka xwe bi rê ve dibe, perwerde dike û rêxistin dike. Her ku asta rêxistinbûna jinan berfireh dibe, hêza jinan xurt dibe, yekitiya jinan ji bo konfederalîzma demokratîk gaveke gelek girîng e ku gav davêjin, êrîş jî zêde dibin. Weke jin pêwîstiya me bêhtir, bi rêxistinbûn, yekitiya jinan û hevgirtina jinan heye ku em ê bi hev re dawî li hişmendiya baviksalarî, pergala dagirker bînin û jiyana azad ava bikin.”

‘Li dijî her cure tundî û dagirkeriyê Jin jiyan azadî’

Rihan Loqo herî dawî bal kişand pêngava ku rêxistina jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ragihandine û wiha bi dawî kir: “Kampanya me ya îsal a 25’ê Mijdarê, di 13’ê Mijdara vê heyvê de, me di salvegera  şewitandina sînemaya Amûdê ku zarokên me hatin şewitandin, ragihand. Me xwest di wê rojê de wek tola zarokên sînemaya Amûdê ku jiyana xwe ji dest dane, kampanyaya xwe ragihînin. Kampanyaya me bi dirûşma “Li dijî her cure tundî û dagirkeriyê, jin jiyan azadî” hat ragihandin. Yanî tê wateya ku her cure tundiya li ser civakê tê meşandin, em ê bi felsefeya jin jiyan azadî, çareseriyê pêk bînin. Di heman wextê de malbata demokratîk û rêxistinbûna azad bi xwe re bîne.

Banga têkoşînê

Dirûşma me ya jin jiyan azadî wê çareseriya pirsgirêkên civakê bi xwe re bîne. Gelek çalakiyên cur be cur hatin lidarxistin. Em tevahî jinan, dayikan, xwişkên me yên li tevahî deran, silav dikin, em dibêjin bi vê dilsoziya ku em bi hev re li qadan in, bi her dilekî ku ji bo azadiyê lêdide, hêviya me ew e ku her dayik û xwişk û dostên me, dakevin qadên azadiyê yên 25’ê Mijdarê. Em bi hev re têkoşîna jinan ji bo azadî û meşa azadiya jinan xurt û bilind bikin da ku dawî li tundî û dagirkeriyê bînin.”

Back to top button