ÇalakîNûçe

Kongra star ya Herêma firatê civîna xwe ya salane dibin diruşmeya BIRIHÊN ŞEHÎDÊN DEMÊ EMÊ TÊKOŞÎNA XWE BILIND BIKIN li darxist

Kongra star ya Herêma firatê civîna xwe ya salane dibin diruşmeya BIRIHÊN ŞEHÎDÊN DEMÊ EMÊ TÊKOŞÎNA XWE BILIND BIKIN, LI cihê navenda komîteya lihevanînê ya herêma Firatê li darxist

kongra star ya herêma firatê civîna xwe ya salane li cihê komîteya lihevanînê ya herêma Firatê li darxist  kesên ku beşdarî civînê bûn ji nûnerên  jin yên herêma firatê û rêverbirên Kongra Star û nûner û endamên komîteyên beldeyan û bajaran bûn, her wiha berî ku dest bi civînê bê kirin deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên jin yên ku cane xwe ji bo vê axê kirin qurban û her wiha ji bo hemî şehîdên xeta azadiyê  deqeyek rêzgirtin sekinîn û piştre vekirina civînê ji aliyê ,endama Koordînasyona kongra star a Bakur û Rojhilatî suriyayê ji aliyê Nisrîn doko ve axaftin hate kirin Nisrîn wiha axaftina xwe destpêkir û got , em hemî dizanin ku em rewşekî pir nazik re derbas dibin ji desrpêka şoreşa Rojava û heya roja îroj jî her ku diçe asta têkoşînê bilind dibe û her ku diçê dewleta tirk a dairker êrîşên xwe li ser bakur  rojhilatî suriyayê xurtir dikê lewra  em dizanin rewşa ku em têde ne pir nazike tevî vê zehmetî û astengiyan em jin bi israrin ku kar û xebatê xwe bimeşînin ev bixwe cihê şanaziyê ye , dewleta tirk û hêza hegomonîk ya cîhanî ji bo ku sîstema netewa  demokratîk û rêverberiya xweser li bakur û rojhilatî suriyê vala derxîne dinava hewildanêdeye lê em timî dibêjin bi berxwedana jin di asta yekem de ye bi têkoşîna rêhevalên jin wê rê li ber van hewildana bê girtin ji bo wê rewşa em têdene rewşa rojhilata navîn bi giştî têdeye wekî xaçerêyekê  dixwezin bidin avakirin dîsa dixwezin sedsaleke din li ser rojhilata navîn di navde suriyê û bi taybet Kurdistan ku di vê sedsalêde bê par bimînin ev jî di siyaseta cîhanî de ku kurdan di vê sedsalêde jî bêpar bihêlin û dixwazin heman sedsalê li ser kurdan dubare bikin,lê emê weke jin bi xwe rêxistinbûna xwe û li ser esasê felsefeya rêber APO rê nedin van kiryaran û emê bi berxwedaniyeke bê rawestan destkeftiyên xwe biparêzin heya azadiya fîzîkî ya rêbertitaxwe, her wiha piştî ku Nisrîn axaftina xwe bi dawî kir bernameya civînê ji aliyê  Rêveberiya kongra star ya herêma firatê  Zozan bekir ve xalên rojeva civînê hat eşkere kirin,rojev evbûn perspetîfên Rêbertî û rapora xebata salekê a herêma firatê, her wiha piştî ku Zozan xalên civîn dan diyarkirin perspetîfên Rêbertî ji aliyê  Endama koordînasyona kongra star ya Herêma firatê ji aliyê Peyman eloş ve hatin xwendin ku di perspetîfan de Rêbertî daye diyarkirin ku çawa  jinx we û civaka xwe perwerde bike ji berku heyanî  jin xwe û civaka xwe perwerde neke nikare civakeke di azad de bijî , her wiha di perspektîfan de li ser avakkırına  komînan rawestiyaye her wiha piştî ku peyman xwendina perspektîfan bi dawî kir Rapora kar û xebatê salekê jî ji aliyê Peyman ve hate xwendin ku di raporê de  , rewşa siyasî û rewşa tecrîda girankirî ya li ser rêbertî hatibû analîzkirin û rewşa jin , kar û xebatên komîteyan û yên saziyan, rexne û rexnedayîn û pilansaziya salekê hat eşkere kirin di heman demê de piştî ku Peyman xwedina raporê jî bi dawî kir, rewşa Rêbertî û ya siyasî ji aliyê kesên ku beşdarî civînê bibûn hate nîqaş kirin û hate gotin  ku pîwîstî bi  çalakiyên ji bo azadiya Rêber APO her berdewambin û piştî vê erdhêjê pêwîste em rewşa rêbertiyê xwe bizanibin ,her wiha piştî xala rewşa rêbertî û ya siyasî hate bi dawî kirin reşwa jin  û rojevên di peywêre hatin nirxandinhatin mijara r rexne û rexnedayînê û plansaziya salekê hate xwendin ku pilanszaiya sala yekemîn wiha bû , kampaniya ji bo Rêbertî hatiye destpêkirin xwedî lê derketin û pêşengtî jê re were kirin.berdewamkirina rêzecivîn û dayîna semîneran ji bo danasîna xetereya madeyên hişbir û zewaca temen bi çûk û dujinî, jinên ku di nava sazî û komînan de cih digirin werin perwerdekirin .

Ji nûve avakirina meclisa perwerdê.

Aktîfkirina zagona malbatiyê li Eynîsa .

Ji bo 4 nîsanê mala serok were hazirkirin.

Ji bo zanîna zagonên malbatî rêzecivîn werin li darxistin .

Ji bo ofîsên jin û jinên xebatkar civîn bên çêkirin.

Û civîn bi diruşmeya jin jiyan azadî bê serok jiyan nabê bi dawî bû.

Back to top button