Hevpeyvîn

Komîteya Têkilî û tifaqên Siyaseta Demokratîk: Em ê şoreşê bi dest bixin û serkeftina wê misoger bikin

Di meha mijdarê de şandeyek ji  Kongra Star û kombûna jinan a zenobiya serdana gelek kes sazî û rêxistinan ji bo danasîna kar û avakirina têkilî û tifaqên demokratîk hatin kirin  

Têkildarî vê gera ku ji aliyê kongra star û kombûna jinan a zenobiya ve ,endama komîteya  têkilî û tifaqên demokratîk ya Kongra Star Rûken Ehmed wiha got:

Di rastiya xwede ev demek dirêje ku hewildanê me hebûn da ku em ber bi welatên ewrupa ve biçuyana me dixwest şandeyekê ji hemû pêkhateyên ji rojava ji bakur û rojhilatê suriyê ava bikin û biçin serdana welatên ewrupa,bi taybet rêxistinên jin ,gelên azadîxwaz û demokrat,herwiha saziyên dewletê jî em serdanekê bikin,mixabin mijarên bîrokratîk xwedî roleke mezin di van mijaran de ,bi taybet ciyekî weke Suriyê ,lewra ev şande kete demeke wiha de ,wek tê zanîn herçendî rêveberiya xweser buye xwediyê gelek destkeftiyan ku bi şoreşa jin tê naskirin jî lê dîsa jî gelek xetenakiyên mezin li ser henin,lewma pêwîstiya me pir zêde bi danasîna rêveberiya xweser ji deror û dervî welêt re çi di asta herêmî debe çi jî di asta cîhanî debe ,ji berku em weke komîte ya têkilî û tifaqên demokratî,xwediyê wê baweriyê ne incex bi rêya têkilî û tifaqên demokratîk bi gelê demokrat û azadîxwaz van destkeftiyên şoreşê mîsore bikin ,lewma di nava şandeyê de em weke kongra star hebûn herwiha Kombûna jinan a zenobiya hebûn û me xwest ku ji pêkhateyên Suryan jî hebin lê ji ber pirsgirêkên bîrokratîk pêkhateyên suryan bi mere nebûn .

Rûken bal kişand ser giringiya vê serdanê û got:ev serdan xwedî giringiyeke mezin bû ji bo me wek tevger me 13ê mijdarê  serdana perlementoya partiya Çep di yekîtiya Ewrupa de bi Gokay Akbulut re kir,di wê hevdîtinê de me gelek mijarên têkildarî têkoşîna jin ku li bakur û rojhilatê suriyê tê dayîn ,herwiha êrîşên ku vê dawiyê zêdetirbûne li ser rojavayê kurdistanê ku herî zêde jin dibin armanca van êrîşan.herwiha di nava guftugoyan de ku ewjî weke perlemntera cep ewjî dibin xwedî çalakî ku digotin gelek karxaneyên almanî çekên weke Dironê difroşin dewlata Tirk emê her di nava hewildanê debin ku emê di mijara tesbîtkirin û belgekirina van kiryaran bibin alîkar û emê xwedî çalakîbin da ku ev karxane bên girtin,ji ber ku di van êrîşan de sivîl bi taybet jin têne armancgirtin,lewra ev hevdîtin xwedî giringiyeke mezinbû.

Rûken di berdewamiya van sedanan de ,hin saziyên mafê mirovan xweser hebûn ku ewjî di derbarê mafê mirovan de kar dikin ku beriya niha li çend welatan xebitîne jixwe ew di ferqa  rewş û êrîşên ku li bakur û rojhilatê suriyê de tên kirin de ne ,bi taybet êrîşên ku binesaziya bajaran hate hedefgirtin ,di vê mijarê de asta sucên şer hatin nirxandin wan saziyan jî eşkere kirin ku ewê di rakirina van xeteriyan de bi mere li bakur û rojhilatê suriyê bibin alîkar ,ji ber ku di van êrîşan de kesên bê guneh û sivîl tên hedefgirtin ,ewan eşkere kirin ku di dema pêş de civînên ku werin çêkirin çi saziyên ku bi mafê mirovan re têkildarin û belgeyan kom dikin wê bi teybet li ser mijara êrîşên dewleta tirk rawestin û ji wan çi were xwestin wê bi erka xweve rabin.

Endama têkilî û tifaqên demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed  di berdewamiya hevpeyvînê de wiha got ku di 11ê mijdarê de bi gelê Oromo re panêlek hate li darxistin ku di wê panêlê de  li ser sîstema konfederalîzma demokratî ,û ji rojava jî nimûneya rêveberiya xweser û şoreşa jin  hate parvekirin ,li wir eşkerebû ku di warê têkoşînê de û dagirkeriyê de dişibin hev,gelê Oromo gelekî di bin dagirkeriya Isyûbiya de ye ,piştî ku nirxandina şoreşa rojava hate kirin ewana gelek kêmasî di aliyê xwe de ,di aliyê xwe rêxistinkirinê de ,rêveberiyê de ,herwiha di aliyê têkoşîna jin de ku xwe nekirine yek,lewra di nêrînê wan de eşkere bû ku wê şoreşa jin li rojavayê kurdistanê ji xwere bikin mînak û wê ji sîstema konfederalîzma demokratîk sudê wergirin,lewra em xwediyê wê hêviyê ne ku ev hevdîtin wê bibe sedema avakirina biratiyê di nava gelan de .

Rûken di serdana mede hevdîtin di 13ê mijdarê de bi insiyativeke bi navê Soper inshyatîv ev sazî di navbera huner û ekolojiyê de dide avakirin ,ev insiyatîveke serbixweye ji gelek welatan têde cih digrin ku her sal pêşengehekê li ser huner û ekolojiya welatekî pêşengehan li dardixin ,herwiha di hevdîtina me a bi vê insiyatîvê re di guftugoyan de li ser bandora şeran li ser ekolojiyê hate kirin ,kunçawa ev dibe sedema xeteriya li ser jiyana zindiyan ,di encam de derdikeve holê ku ekolojî di bin qirkirinê de derbas dibe ,lewra eşkere kirin ku wan biryar daye di sala bê de wê pêşengehekê li ser kurdistanê bidin pêşkêşkirin lewra wê bikivin nava hewildanê de ji bo amadekariyên baş bikin ku ev xebat wê bi hemahengiya di navbera insiyativa Soper inshyatîv û komîteya ekolojî li rojavayê kurdistanê bê destpêkirin ,herwıha dı nava van qirkirinên ekolojîk de ku jin jî bi di qirkirinê de derbas dibe û di van derbaran de ku me gelek name dane UN û hîn jî bersivê wan jî nehatiye girtin lerwa giringe ku emê çawa rojeva xwe di UN de bidin çêkirin di 14ê mijdarê de hevdîtin bi Marion boker re hate çêkirin ku ew bixwe feminîst û siyasetmedareke mafê jin diparêze .herwiha demeke dirêj di nav UN Wemen Germany (neteweyên yekbûyî Almaniya) lewra mijarê guftigoyê herî zêde li ser qirkirina jin ku wê çawa mafê wê were parastin û jin ji qirkirinê were rizgarkirin ,lewra ewan gotin ku em dikarin di van aliyan de bibin alîkar em zext û êrîşên dewleta tirk ku li ser rojavayê kurdistanê pêktîne ku di van êrîşan de çawa jin dibe hedef em bikin rojeva UN da ku zextên li dewleta Tirk bike û lêpirsînek were vekirin û rê li pêşiya êrîşan bigre .

Herwiha li bajarê Berlînê panêlek ji gelên kurd re hate li darxistin ku di wê panêlê de li ser geşedanên dawiyê nirxandin hate kirin ,hema di piştî wê re bernameya me ji bo bajarê siwîsre jî hebû li wir jî him panêl hin jî hevdîtin ji gel re û ji xwendekarên zanîngehê re herwiha ji gelê Bazil ê re ,Zûrich,Xwendekarên zanîngeha Zûrich re çêbû,me li vir hewil da ew aliyên şaş ku bi rêya mediyayê re ji gel û civakê re dide nasîn em ji wan re rewşa herêmê û gel bi rastiya wê ve bidin nasîn û bi teybet weke gelê herêmê zehmetiyên ku em têde derbas dibin bidin nasîn ,li wir pirsên wanjî çêbûn û em dikarin bêjin ku nêzîkbûna wan erênîbû dan eşkerekirin ku çalakiyên li bakur û rojhilatê suriyê bên li darxistin emê jî beşdarî van çalakiyan bibin û destek bikin .

Herwiha di 16ê mijdarê de hevdîtina  bi hevserokê kantona Zûrich Fabian Molina re  hate çêkirin ewjî sîstema rêveberiya xweser weke mînaka çareseriyê da eşkere kirin ,ewîjî gelek aliyê ne rast ê ku dewleta Tirk dike da diyarkirin ,û herî zêde hedef girtina sivîlan ravekir û got ezê van mijaran bikim rojeva meclisê ,herwiha daxwaza xwe ya serdana Rojava jî kir.

Di 17ê mijdarê de li Berin hevdîtin bi wezîrê karê derve û konseya mafê mirovan re pêkhat ,di vê hevdîtinê de li ser rewşa li herêmê bi hemû aliyan ve hate vekirin ewan jî piştgirya xwe ji projeya rêveberiya xweser re da nîşandan  .

Rûken: eşkere kir ku daxwaza me û mebesta me ji van hevdîtinan yek jê jî ewe ku em van rewşên weke herêma bakur û rojhilatê suriyê jiyan dikin bi gelû welatên dervere jî parvekin û danasîna kar û xebatê bikin bû lewra di dema ku em ji derdor piştgiryê bigrin ew dem wê rê li ber guhertina çarenûsa ku hatiye nivisîn de jî veke ,ji ber ku hîn jî em weke gel li rojava ûbakur û rojhilatê suriyê di bin xeteriyê de ne heya niha hîn jî jin zarok li kampên Holê têne perwerde kirin ,lewra armanca me û van serdanan evbû ku piştgirya projeya  rêveberiya xweser were kirin herwiha QSD weke parêzvanê gel bide nîşandan û ji dewleta tirk hesab were pirsîn.

Di beşa duyem a gera me ew jî li Rojhilata navîn li welatê Misr bû ku li wir xebateke konferansê hebû lê ji ber rewşa ku li Filistînê qewimî hişt ku em hinekî dereng derbasî wir bibin di vê serdanê de em weke kongra star herwiha ji akademiya zanista jin a Jineolojiyê bû daku ev zanist li rojhilata navîn belav bibe ,herwiha em jî weke kongra star xwediyê wê hewildanê ne ku di asta rojhilata navîn de vebûnê bidin çêkirin ,ji ber ku em di wê zanebûnê dene ku ger pirsgirêkên me bi rojhilata navîn re neyên çareser kirin wê li welatên ewrupa re jî neyên çareser kirin ,em dibînin ku di rojhilata navîn de jin pir zehmetiyan dikşînin di mijara xwe bi rêxistin kirinê de ji ber ku di bin bandora çand sîstema desthilatdar de dijîn ,Rûken di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser giringiya serdana welatekî weke misr ji ber ku misir xwdiya mozayikeke pir rengîne hemû gelan di nava xwede dihewîne ,wek tê zanîn di dîroka misirê de bi rêvertiya xweyî jin tê naskirin lewra em dikarin bêjin ku mirov dikare bêje kilîta xweyî windayî weke jin li wir peyda bike.

Ji bilî wê hevdîtina me bi jinên Yemenî,Sûdanî,Flistînî,Tûnisî,Misrî ,Urdunî re hat kirin ,di van hevdîtinan de li ser sîstema meyî xweser weke Kongra Star û zanista jin jineolojî  hate şîrovekirin, armanca me ewbû ku em têkilî û tifaqên demokratîk li ser bingeha avakirina konfederalîzma ji bixebitin .

 

 

Back to top button