ÇalakîNûçe

Kongra Star li dijî êrî,şên dagir,keriyê çalakî li dar xist

Kongra Star Efrîn-Şehbayê, bi armanca şermezar,kirina êrî,şên dawî yên dagir,keriya dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li kantona Şehbayê çalakiya xwepêşandanê li dar xist.

Kongreya Star a herêma Efrîn-Şehbayê, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên dawî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina binsaziya herêmê, li wargeha Berxwedan a navçeya Fafîna kantona Şehbayê çalakiya xwepêşandanê li dar xist. Hemû endamên jin ên sazî û dezgehên herêmê û jinên kampa Berxwedan tevlî çalakiyê bûn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, cangoriyên ku di êrîşên dagirkeriyê de jiyana xwe ji dest dan û alên Kongra Star hatin hildan.

Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre li ser navê Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê û Yekitiya Jinên Ciwan ên herêma Efrîn-Şehbayê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de bal hat kişandin ser armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê û wiha hat gotin: “Dewleta Tirk a dagirker ji ber têkçûna xwe li çiyayên azad û lawazbûna hêzên xwe yên leşkerî û aborî ve berê xwe carek din da herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku pergala Rêveberiya Xweser a wekheviya gelan hatiye avakirin û êrîşên xwe li ser herêmê tundtir kir. Dixwaze bi riya êrîşan îradeya ku bi şoreşa Rojava hatiye îsbatkirin, têk bibe. Bi hedefgirtina binesaziya herêmê xwest derbeyê li pergala Neteweya Demokratîk bixe. Berxwedan û sekna gel li seranserê Rojava bersivek mezin da êrîşên dagirkeriyê ku tu carî wê berxwedana bi fikir û felsefeya Rêber Apo hatiye meşandin lawaz nabe.”

Yek ji jinên ku beşdarî çalakiyê bû Suad Hesen, diyar kir ku ew ê li hemberî êrîşên dagirkeriyê xeta berxwedanê bidomînin û wiha got: “Em îro çalakiyên xwe li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li dar dixin. Li dijî hemû cureyên êrîş û siyasetên dewletên dagirker em ê li ber xwe bidin. Berxwedana me wê heya dawî bidome û li pey fikir û felsefeya Rêber Apo têkoşîna xwe em didin meşandin. Em Kurd in û em ê bi Kurdbûna xwe bijîn. Çiqas êrîşên xwe dijwartir bikin jî em ê teslîmkariyê qebûl nekin.”

Merûş Reşîd jî diyar kir ku dewleta Tirk rojane êrîşê wan dike û dixwaze gelê Rojava bide qirkirin lê dê negihîje armancên xwe û wiha got: “Li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewleta Tirk êrîşên xwe pêk tîne. Ji Şehbayê heta Qamişlo, rojane komkujiyan pêk tîne û gelê sivîl hedef digre. Ji bo berxwedana me lawaz bike, binesaziya herêmê dike armanc. Çawa me li Efrînê 58 rojan li ber xwe da, em ê niha jî li hemberî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe bidin. Efrîn Cizîre, Cizîr Efrîn e. Em ê bi yek destî û bi berxwedanê li dijî van êrîşan serkeftinê misoger biki.”

Back to top button