DaxuyanîNûçe

Kongra Star: Em ê ji bo pêkanîna edaletê têkoşîna xwe bilind bikin

Kongra Star bi daxuyaniyekê cezayê darvekirinê yê li dijî 2 jinan û girtina jinên din li Efrîna dagirkirî ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir.

Daxuyanî bi beşdariya dehan koçberên Efrînê û şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî li pêşiya hola 8’ê Adarê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat xwendin.
Bi zimanê Erebî cîgira Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Arîn Henan û bi zimanê Kurdî endama Koordînasyona Kongra Star Nêrgiz Bekir daxuyanî hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ji 6 salan ve dewleta Tirk a dagirker tevahî sûcan li dijî xelkê Efrînê di bin perdeya îslamê de pêk tîne.
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî jinan cezayên darvekirin û girtina muebedê bi bihaneyên dûrî rastiyê birîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew rejîm ji îrade û hêza jinên ku wan siyasetan qebûl nakin, ditirsin, ji ber wê jî jinan qetil dikin û wan êşkence dikin. Ev yek jî ne cara yekemîn e jin di dîrokê de di siyasetên çewisandina azadiya nêrîn û qanûnê re derbas dibin. Bi sedan jinên mîna Sakîne, Sosin, Cîhan, Barîn, Avêsta, Silav, Rûkenan li hember zihniyeta desthilat û dewletê sekinîn ku zulma wan bi dawî bikin.
Di dawiya daxuyaniyê de soza bilindkirina asta têkoşînê bi ruhê tolhildanê heta pêkanîna edaletê û bidawîkirina dagirkeriyê hat dayîn û bang li jinên seranserî cîhanê hat kirin ku li hemher planên li dijî wan bibin yek û wan têk  bibin

.

Back to top button