DaxuyanîNûçe

Hêrsa li hember sûcên li dijî jinan zêde dibe

Tevger û rêxistinên jinan sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî şermezar kirin û li dijî van sûcan banga xurtkirina têkoşînê kir.

Kongra Star a kantona Hesekê bi daxuyaniyekê cezayê darvekirinê yê li dijî 2 jinan û biryara cezayê giran ê li 8 jinan li ber navenda Kongra Star a kantona Hesekê şermezar kir. Jin ji saziyên civaka sivîl û rêxistin û dezgehên jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Beşdaran alên kongra star, pankartên bi nivîsên “Na ji dagireriyê re”, Na ji qetilkirina jinan re” hilgirtin. Daxuyanî ji aliyê berdevka mala jin a kantona Hesekê Lemiya Hentûş ve hat xwendin.

Lemiya diyar kir ku dewleta Tirk zagonên navneteweyî binpê dike û li dijî jinan sûcên bêexlaq dide meşandin û wiha berdevam kir: “6 sal in dewleta Tirk Efrînê dagir kiriye, di hundirê Efrîn de hemû rêbazên li dijî exlaqê mirovan pêk tîne û bi taybetî jinan dikin hedef. Jinên Efrînê rastî destdirêjî, lêdan, qetilkirin û biryarên darvekirinê niha tên. Ev biryar li dijî îrade, tevger û hêza jinan e.”

Di dawiya daxuyaniyê de bi ruhê tolhildanê, heta pêkanîna edaletê û bidawîkirina dagirkeriyê soza bilindkirina têkoşînê hat dayîn û bang li jinên seranserî cîhanê hat kirin ku li hemberî planên li dijî wan bibin yek û wan têk bibin.

 

 

Back to top button