DaxuyanîNûçe

Kongra Star: Divê qetilkirina Firyal Silêman Xalid bê ronîkirin

Meclisa Kongra Star, der barê qetilkirina jina Kurd Firyal Silêman Xalid (Zelal Zagros) li Kerkûkê di êrîşeke çekdarî de daxuyaniyek da û anî ziman ku divê tavilê bûyera qetilkirinê bê ronîkirin.

Duh di saetên piştî nîvro de li dijî siyasetmedara Kurd ya ji Rojavayê Kurdistanê Firyal Silêman Xalid êrişeke çekdarî pêk hat. Di encama êrişa bi guleyan de Firyal Silêman Xalid hat qetilkirin. Kongra Star, êrîşa nemerdane ya li dijî Feryal Silêman Xalid ku ji bajarê Hesekê bû, şermezar kir û bi bîr xist ku par êrîşeke bi vî rengî sala borî li dijî Nagihan Akarsel jî çêbûbû. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tolhildana Feryal (Zelal Hesekê) dê soza wan be.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

“Weke keça Rojavayê Kurdistanê ku di malbateke welatparêz de mezin bûye, bi tevgera azadiyê û bi naskirina wê weke jinek her ku dem derbas bû ruhê welatparêziyê pê re xurt bû, di encama lêgerîna azadiyê de tevli refên PKK’ê bû. Ji ber ku weke jinek pêşeng a Kurd, hem di aliyê neteweyî de bindestiya heyî didît hem jî weke jin rewşa civakê dît, di demek nêz de bi bîrdoziya tevgera Apoyî di nava têkoşînê de cihê xwe girt.

Têkoşîna 31 salan…

Hevala Feryal bi navê xwe yê din Zelal Zagros di nava têkoşîna azadiyê de di temenê ciwan de dest bi têkoşînê kir û 31 salên xwe ji bo xebatên gel û jinan bênavber li hemberî hemû zorî û zehmetiyan li ber xwe da û têkoşiya. Hema bibêje cihê ku hevala Zelal nedît nema. Li her dere kar û xebat daye meşandin, ji çiyayên Kurdistanê bigre heya herêmên welat û dervayî welat. Gelê Kurd li ku derê bûye hevala Zelal li wir bû heya Ermenistanê çû, bi gelê me yê li wê derê û li welatên xeribiyê dijîn re ket nava têkiliyan di her warî de xebitî. Ji ber wê jî di pêvajoyeke wiha de qetilkirina jina şoreşger û pêşeng nîşan dide ku zihniyeta faşîst çiqas ji hêza jinên zana ditirse. Ev êriş bi hevkariya zihniyeta ku xwe kiriye hembêza dijminê gele Kurd, KDP’ê û sîxurên tirk çêbûye.

‘Li dijî van êrîşan divê jin xwedî li têkoşera Kurd derkevin’

Divê hemû jin xwedî li jina têkoşera Kurd derkevin. Her jina ku lêgerîna wê ya azadiyê heye divê rabe û dengê xwe li hemberî vê zihniyeta kujar derxe. Ji ber ku hevala Zelal di têkoşîna xwe ya azadiyê de ne tenê ji bo jinên Kurd ji bo hemû jinan meşand. Bi taybet jî di pêvajoya şoreşa jinan a li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê de bi pêş ketiye de xwedî kedeke bêhempa bû. Bi taybetî jî di aliyê zanekirina jinên Ereb de û hemû jinên ku li ser axa Mezopotamyayê dijîn.

‘Ji bo rewşa jinan çû Başûr û bi rêxistinên jinan re hevdîtinan dikir’

Ji ber ku Başûrê Kurdistanê bûyerên kuştina jinan zêde bûn, çû Başûr û bi hemû rêxistinên jinan re hevdîtinan dikir. Ji bo jinan bi rêxistin bike dixebitî. Ji ber wê bû hedef. Ji ber wê em bang li hemû jinan dikin ku rabin ser piyan û xwedî li jina têkoşera azadiyê derkevin. Ji bo ku demildest bûyer were ronîkirin û kujer bên dîtin divê zextê li rayedaran bikin da ku hikumeta Iraqê mudexeleyê bûyerê bike û kujer ben îfşakirin. Ger kujer neyên dîtin û eşkerekirin dê ev yek were wateya ku hikumeta Iraqê û herêm Kurdistanê jî hevkarên vê bûyerê ne, kujerên Feryal Silêman Xalid (Zelal Zagros) ne.”

Back to top button