DaxuyanîNûçe

Kongra Star: Êrîşa li hember hevrêya me Firyal polîtîk e

Kongra Star têkildarî şehîdxistana Zelal Zagros (Firyal Xalid) daxuyaniyeke nivsîkî da. Kongra Star diyar kir “Êrişa li hember hevrêya me Firyal polîtîk e. Di encama siyaseta qirkirinê de ev qetlîam pêk tên.”

Koordînasyona Kongra Star bi daxuyaniyeke nivîskî êrişa li dijî şehîd Zelal Zagros a li Kerkûkê şermezar kir û xwest berpirsên êrişê bên girtin û werin darizandin.

Daxuyaniya Kongra Star Wiha ye:

“Endama rêveberiya me ya Kongra Star Firyal Silêman Xalid (Zelal Zagros) bi armanca rêxistinên jinan bibîne, hevdîtinan bike û ji pirsgirêkên jinan re çareseriyeke hevpar bi pêş bixe, çûbû Kerkûkê. Dema li Kerkûkê bû, hat qetilkirin.

Êrişa li hember hevrêya me Firyal, ne ji stratejiya êrişa li ser endama Navenda Jineolojiyê Nagehan Akarsel a li Silêmaniyê, careke din êrişên li Fransayê ya li ser Sakîne, Ronahî, Rojbîn û Evîn Goyî qut in. Hişmendiya zilamê desthilatdar a faşîst, di tevahî dîrokê de li hemberî jinên ji bo azadiyê tê dikoşin û li ber xwe didin, bi awayekî bi rêk û pêk stratêjiyeke êrişê ya wisa bi pêş xistiye û jiyanî kirine. Wekî berê jî diyar bûyî, aşkera ye ku MÎT’a Tirk li pişt van êrişan e. Armanc ew e ku her kesê/a ku li Kurdistanê li dijî şerê qirêjî li ber xwe dide, bikin hedef û qetil bikin. Armancgirtina jinên li ber xwe didin, navenda vê siyaseta qirêjî ye.

Hevrêya me Fîryal di sala 1975’an de li Amûdê hatiye dinê. Di salên 1990’î de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kiriye û di sala 1993’yan beşdarî tevgera azadiyê bûye. Ji vê dîrokê ve di gelek qadan de bi awayekî serkeftî kar û xebat daye meşandin. Di van 31 salên xwe yên têkoşînê de di serî de li Rojava, Ermenistan û Şamê, tenê ne ji bo jin û gelê Kurd, ji bo tevahî jin û gelên bindest kar û xebat daye meşandin. Bi taybet li Bakur, Başûr, Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî bêaman kar û xebatên rêxistina jinan û gelê heremê kiriye û li van deran kedeke bêhempa daye meşandin. Ji bo di nav jinên Ereb, Suryan, Kurd û êzidî de neteweya demokratîk û rêveberiya xweser bide rûniştandin, li ser bingeha wekhevî û azadiyê, avakirina civaka exlaqî û polîtîk bi roleke gelekî girîng rabûye. Tecrubeyên xwe yên rêxistin û hevgirtina jinan bi Rojava re sînordar nehiştin, herî dawiyê ji bo hevgirtinekê bi têkoşîna jinên li Başûrê Kurdistanê yên her roj di encama polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk a dagirker de li Kerkûk, Silêmanî û Hewlerê tên qetilkirin re, hevgirtinekê çêke çûbû Kerkûkê.

Em careke din dibêjin; êrişa li hember hevrêya me Firyal polîtîk e. Di encama siyaseta qirkirinê de ev qetlîam pêk tên. Çawa ku ev êriş tu carî nikarin gav li me bi paş de bidin avêtin, ev êriş tirsa li hemberî jinên xwe birêxistin dike û zana dibin jî nîşan dide. Em ê têkoşîna xwe bilind bikin, bi armanc û hedefên wan ve girêdayî bimînin. Em ê lez bidin kar û xebatên xwe yên şoreşa jinan ên li Kurdistanê û bi awayekî bilez li tevahî cîhanê belav bikin.

Ji bo ku ev êriş û êrişên wekî vê di tarîtiyê de nemînin, em bangî hemû jinan, gelê xwe yê welatparêz, kedkar, gelên şoreşger û dostên xwe dikin ku tê bikoşin. Em bangî hikumeta Iraqê jî dikin ku ji bo faîl û qatil aşkera bibin, werin girtin û hesab ji wan bê xwestin, bi berpirsyarî tev bigere. Ger ev êriş neyên zelalkirin, ev tê wê wateyê ku hikumeta Iraqê jî hevkarê van êrişan e.”

Back to top button