DaxuyanîNûçe

Kongra Star:”Li dijî êrişan em ê li qadan bin ta serkeftinê mîsoger bikin.”

Kongra Star êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn şermezar kir û got: "Li dijî êrişan em ê li qadan bin ta serkeftinê mîsoger bikin."

Meclisa Kongra Star bi daxuyaniyeke nivîskî êrişa dewleta Tirka  dagirker a li dijî navenda Hêzên Ewlekariyê Hundirîn ya li bajarê Qamişlo ku di encamê de 4 endamên hêzên ewlekariyê şehîd bûn û yek ji birîndar bû şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker sê sal e bê naveber ji bo têkbirina prrojeya Rêveberiya Xweser û destkeftiyên şoreşa jin êriş dike. Hate destnîşankirin ku dewleta Tirk tevahî qanûnên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan binpê dike.

Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hate kirin û zêdebûna êrişên dewleta Tirk ên li ser binesaziya herêmê û navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hemwextî operasyona paqijkirina kampa Holê ji şaneyên DAIŞ’ê têne kirin û hate diyarkirin ku ev opersyon li dijî çeteyên ku bi destê  dewleta Tirk ve hatine avakirin hatiye lidarxistin.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û bang li rêxistinên mafên mirovan û kesê azadîxwaz hate kirin ku li hember van êrişan xwedî helwest bin û bertekên pêwîst raber bikin. Hate gotin: ” Em jin dê li hember van êrişan her dem li qadan bin, di nava çalakiyan de bin û li pey şopa şehîdên xwe bin heya ku serkeftin mîsoger bibe.”

Back to top button