Arşîv

Konferansa Azadiya Fîzîkî ya Rê-ber Abdullah Oca-lan bi dawî bû

Konferansa Azadiya Fîzîkî ya Rê-ber Abdullah Oca-lan a li Reqayê hate lidarxistin bi encamnameyekê bi dawî bû.

Bi diruşma ˊBi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî, em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikinˊ û bi beşdariya 156 endam û kesayetên jin ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konferans hat lidarxistin.

Konferans bi xwendina mijara sêyemîn a li ser ˊpêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalanˊ dewam kir. Endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim li ser çalakiyên Kongra Star û Kombûna Jınan a Zenûbiya yên ji bo Rêber Abdullah axivî.

Di benda duyemîn a mijara sêyemîn de pêngava azadiya fîzîkî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hat nîqaşkirin. Berdevka Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed axivî û wiha got: “Bi dirêjahiya salan saziyên jinan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîneke mezin raber kir.”

Remziye wiha domand: “Di dirêjahiya 25ˊan de hîna em di çalakiyên xwe de bi israr in heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk were.”

Dûre nîqaş hatin kirin. Her wiha endama Desteya Rêber a Meclisa Jınan a Sûriyeyê Enxam Niyof ji parêzgeha Tertûsê axivî û wiha got: “Em Meclisa Jinan a Sûriyeyê spasiya we ya vexwendina vê konferansê dikin. Em spasiya tevahî jinên cîhanê dikin û pîroz dikin.”

Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Tebqayê Hind El Elî axivî û wiha got: “Rêbertî tevahî netewe bêyî cudahî li hev kom kirin, bernameya pêşxistin, pêkanîna edaleta civakî û wekheviya navbera her du zayendan de danî. Em bi saya fikrên Rêbertî dijîn.”

Nûnera Rêxistina Jinên Rizgariya Kurdistanê Ronak Mecîd bi rêya onlinê axivî û wiha got: “Di ser girtina Rêberê Gelan re 25 sal derbas bûn, bi vê konferansê em îsbat dikin ku Rêber Abdullah Ocalan rêberê gelan e. Kombûna jinan di vê konferansê de encameke girîng ji bo jinên cîhanê û Rojhilata Navîn e.”

Dr. Zanîngeha Şamê Heyam Etiye jî axivî û wiha got: “Ez spasiya we ji bo vexwendina li vê konferansê dikim. Ruxmî demeke kurd di Rêveberiya Xweser de mam, lê min rola jinan a aktîf di tevahî aliyên siyasîû leşkerî û aborî de dît, bi hêvî me fikrên fîlozof Abdullah Ocalan li tevahî Sûriyeyê belav bin.”

Sara Ebas ê ji parêzgeha Tertûsê axivî û wiha got: “Divê jin bi xwespartina li fikir û felsefeya Rêbert

 Serî hildin, her mijareke jin beşdar nebe bi ser nakeve. Rêber Abdullah Ocalan bi rêya fikir û felsefeya xwe mafên jinan danê.”

Piştî nîqaş bi dawî bûn, hevseroka Partiya Sûriya Pêşerojê ya Kantona Minbicê Îbtîsam Ebdulqadir encamname xwend û wiha ye:

Berhemdana felsefeya Rêber Abdullah Ocalan.

Divê piştgiriya tevahî însiyatîfên navneteweyî were kirin, bi taybet Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê.

Asta têkoşîn û firehkirina rûbera berxwedanê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan werin bilindkirin.

Helwdan û daxwaza ji bo aşkerakirina rewşa Rêbertî û serbestberdana wî werin zêdekirin.

Divê sazî û rêxistinên têkildarî mafên mirovan bi erkên xwe yên qanûnî li hember Rêbertî weke girtiyekî siyasî rabin.

Divê zext li rêxistinên navneteweyî were kirin ku bi rola xwe ya qanûn û hiqûqî têkildarî doza Rêbertî de rabin.

Bang li CPTˊyê were kirin ku encamên serdana xwe li Îmraliyê ya di Îlona 2023ˊyan de aşkera bike.

Malbat û parêzer serdana Rêbertî bikin û tecrîd bê şikandin.

Xebat li ser belavkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan a li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş bê kirin.

Divê têkilî bi tevahî tevgerên jinan re li Rojhilata Navîn bê kirin, eniya jinan bê xurtkirin û piştgiriya Însiyatîfa Jinên li Rojhilata Navîn ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bêkirin.

Di 15ˊê Sibata 2024ˊan de hemleya haştagê bê destpêkirin.

Xebat li ser belavkirin, wergerandina fîlman, dîmen û semînerên taybet bi Rêber Abdullah Ocalan werin kirin.

Xebat li ser kûrkirin û pêkanîna pergala li ser bingeha rêgeza ˊBê serok jiyan nabeˊ bê kirin û ji bo avakirina civakeke exlaqî-siyasî, ekolojîk, demokratîk û azad hewldan bê kirin.

Komxebat, panel û atolyeyên fikirî, civakî, siyasî û çandî ji bo şîrovekirina fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bên lidarxistin û pêkanîn.

Di dawiyê de koma Tevgera Hîlala Zêrîn a Reqayê mûzîkeke bi navê ˊbiskên zêrînˊ pêşkêş kir.

Back to top button