ÇalakîNûçe

Di konferansa Azadiya Rê-ber Oc-alan de komploya navneteweyî hat nîqaşkirin

Di mijarên yekemîn û duyemîn ên Konferansa Azadiya Fîzîkî ya Rê-ber Abdullah Oc-alan de bandorên komploya navneteweyî ya li dijî Rê-ber Abdullah Oc-alan û sûcên li dijî wî di girtîgeha Îmraliyê de tên kirin hatin nîqaşkirin.

Li Reqayê bi diruşma ˊBi felsefeya Jin, Jiyan Azadî, em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikinˊ Konferansa Azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat lidarxistin. Di konferansê de 156 endam, kesayetên jin ên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.

Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer mijara yekemîn a bi sernavê ˊBandorên komploya navneteweyî li ser rewşa siyasîˊ şîrove kir û gotina xwe bi gotina Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir: “Ev du sedsal in ez astengiyeke mezin bûm, mîna ku cihê ez lê bûme dê çandê jê dest pê bike, ez dixwazim bizanin çima gelê me bi nezanî û cehaletê re dihêlin.”

Li aliyekî din jî berdevka Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Amine Xidro çalakiyên însiyaîtfê ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li dar xistine, bi bîr xistin û wiha got: “Însiyatîfê di tevahî aliyan de li dewletên Erebî û biyanî roleke pêşeng lîst, li nivîsgehan pirtûkên pdf hatin belavkirin û zêdekirin, her wiha rêzekonferans li Başûrê Afrîkayê û Sûriyeyê bi beşdariya hiqûqnas, siyasetmedar, kesayetên xwedî têkoşîna dirêj li dijî fikra desthilat hatin lidarxistin.”

Di mijara duyemîn de jî sûcên li gorî pîvanên navneteweyî yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk tên ji hêla parêzera Rêber Abdullah Ocalan Alif Taş ve bi rêya onlinê hate şîrovekirin: “Di 1998ˊan de li dijî Rêber Abdullah Ocalan komployeke navneteweyî hat lidarxistin. Di vê demê de greva Îmraliyê weke kelayeke leşkerî ku tu kes, ji bilî kesên tê de dixebitin, nikarin derbas bin hate amadekirin, û Rêbertî xistinê.”

Ji aliyê hiqûqî ve ji bo doza Rêber Abdullah Ocalan, şêwirmenda Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan Mizgîn Hesen axivî û wiha got: “Rastî ji cîhana ku xwe demokratîk nîşan dide veşartiye. Rêbertî tu mafên mirovahiyê bi dest nexistin, ew di rewşeke trajedîk de dijî. Ji ber ku dewleta Tirk baş dizane ku azadiya Rêbertî azadiya gelên li Rojhilata Navîn e, ji lew re tecrîdê li ser giran dikin, da ku fikrên wî belav nebin.”

Berdevka Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Sivîl a Kantona Reqayê Xezale Hemîd jî axivî û wiha got: “Bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan em li vir hene. Dewleta Tirk di girtîgehên xwe de pabendî qanûnên tenduristiyê nabe.”

Xezale wiha domand: “CPTˊyê der barê rewşa tenduristî ya Rêbertî de raporek amade kir. Dema berbelavbûna pandemiya Koronayê û belavbûna wê li girtîgehan dewletan girtî berdan, lê dewleta Tirk ev yek nekir, berovajî wê tecrîd li ser Rêbertî giran kir.”

Back to top button