ÇalakîNûçe

Kongra Star Li ber Federasyona Gaziyan êrişa dewleta Tirk hate şermezarkirin

Ji bo şermezarkirina êrişa li dijî Federasyona Gaziyan şêniyan bi meşekê xwe gihand cihê bûyerê. Şêniyan got “Dewleta Tirk bi êrişên xwe nikare îradeya me bişikîne.”

Bi pêşengiya Kongra Star û bi beşdarbûna şêniyên Qamişlo, endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û saziyên civaka sivîl, ji bo şermezarkirina êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Qamişloyê ku duh hatibû kirin, meşek hat lidarxistin.

Şênî li Çerxerêya Sîvan a li Qamişloyê kom bûn, pankartên “Na ji êrişên dewleta Tirk re”, “Bi êriş û çemberan hûn nikarin îradeya me bişikînin” û “Gelên Sûriyeyê dagirkeriya Osmaniyan qebûl nakin” heta ber avahiya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê ya li taxa Erbewiyê meşiyan.

Back to top button