ArşîvÇand û HûnerNûçe

Mîhrîcana Wêje û Hunera Jin di roja xwe ya duyemîn de bi beşdarbûneke rengîn, girseyeke balkêş û xelatkirina jinan bi dawî bû.

Mîhrîcana Hunera Jin bi coş bi dawî bû

Çalakiyên 9`emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jin a ku ji hêla Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û bi hevkariya Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn ve dihat birêxistinkirin bi tevlêbûna civak û pêkhateyên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Kurd, Ereb, Suryan, Êzdî, Ermen û Çerkes di roja duyemîn de dewam kir.

Bernameya roja duyemîn bi beşdarbûneke baş û girseyeke bimoral dest pê kir, Koma Şehîd Dîlan û Koma Yirsosa dîlanê floklorî gerandin. Her wiha bi zimanê Kurdî nivîskar Botan Hoşê çîroka bi navê “Em li kur in” û bi zimanê Erebî nivîskar Evîn Yûsif çîroka bi navê “Xabet El Ehlam” xwendin. Piştre stran ji milê Koma Şehîd Delîla hatin pêşkêşkirin û sînevîsyonek danasîna Komîteya Nirxandinê ya pêşbirka wêjeyî hat pêşandan.

Jinên ku cihê xwe di Komîteya Nirxandinê ya beşê pêşbirka wêjeyê (helbest, çîrok, gotar) digirtin de ji Sûriyeyê û Kurdistanê (Bakur, Başûr, Rojava) bûn.

Paşê komîteya amadekar spasname diyarî beşdarvanên beşan di mîhrîcanê de kir, her wiha di beşê çîrokê bi zimanê Kurdî asta yekemîn Zîlan Hemo, asta duyemîn Sewsen Şêx Bekir û di asta sêyemîn Fatme Murad xelat kirin. Beşê çîrokê bi zimanê Erebî asta yekemîn Canda Remo, asta duyemîn Sewsen Xelîl û asta sêyemîn Zozan Mihemed xelat wergirtin.

Beşê helbestê jî; bi zimanê Kurdî asta yekemîn Silava Ararat, di asta duyemîn de Bêrîvan El Faris, asta sêyemîn Fadiya Bêrem bûn. Bi zimanê Erebî jî asta duyemîn Heya El Îsa û asta sêyemîn Zekiya El Mûsa xelat wergirtin.

Beşê şêwekariyê; asta yekemîn Yara Hesko, asta duyemîn Ehlam Xalid û asta sêyemîn Naya Îbrahîm xelat wergirt.

Desteya Jinan a Kantona Cizîrê ji berhemê jinên ku cihê xwe di Navenda Şêla ya Parastina Jin de digirin diyarî jinên ku xelatbûne kir.

9`emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jin bi dirûşma “Jina şoreşger keziyên azadiyê dirêse” li Navenda Çand û Hunerê li bajarê Qamişlo li ser 2 rojan bi rê ve çû, îro di roja xwe ya duyemîn de bi dawî bû.

Back to top button