ÇalakîNûçe

Bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan dar hatin çandin

Endamên Platforma Ekolojîk a Jinan û dayikan bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li cihên giştî, park, goristanan û baxçeyên saziyan dar çandin. 

Platforma Ekolojiyê ya Jinan 8`ê Çileyê ragihandibû ku hemleya wê ya bi dirûşma “Li dijî çolbûnê daristanan bigihînin” ku di 2023`yan de dest pê kiribû, dê bi dirûşma “Ji bo hebûna xwe li hember qirkirina jinan û xwezayê û ji bo bidestxistina azadiyê em li ber xwe bidin” dewam bike.

Platformê 9`ê Çileyê di çarçoveya hemleya navneteweyî ya bi dirûşma “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dest bi hemleyê kir û ragihand ku dê heta 4`ê Nîsana 2024`an dewam bike.

Endamên platformê û gelek dayik bi cil û bergên herêmî li cihên giştî, park, goristan û baxçeyên saziyên li Qamişloyê dar çandin.

Jinan dar li taxa Aûsiyê, Parka 9`ê Tîrmehê, Pakrewangeha Delîl Saroxan a li taxa Meyselûn, Parka 4`ê Nîsanê ya li taxa Hîlaliye, Navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya li taxa Enteriye, li pêşiya Meclisa Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya li taxa Qidûrbeg, taxa Cûdî, Parka Şehîdan, Parka Xelîc a li taxa Kornîş û gelek cihên din çandin.

Hemleya çandina daran dê heta 4`ê Nîsanê dewam bike.

Back to top button