ÇalakîNûçe

Bi hatina roja 4ê nîsanê civînek hat li darxistin

Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê li ser jiyan û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan civînek girseyî li darxist.

 Efrîn û Şehbayê li Hola Serdem a navçeya Ehdasê ya Şehbayê semînerek da.

Jinên ji Efrîn, Şehba, endamên Kongra Star û tevahî jinên saziyên Rêveberiya Xweser di semînerê de amade bûn.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Efrîn û Şehbayê Gulê Mihemed axivî û wiha got: “Divê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn bê bilindkirin.”

Her wiha endama Kongra Star Hêvî Silêmen li ser jiyana Rêber Ocalan axivî û got: “Rêber Ocalan li Rihayê di 4′ê Nîsana 1949′an li gundê Amarayê ji dayik bû. Rêber Ocalan Fakulteya Hiqûqê li Zanîngeha Stenbolê xwend, piştre li Zanîngeha Enqereyê zanîstên siyasî xwend.”

Hêvî behsa qonaxên damezirandina PKK′ê, qonaxên veguherîna PKK′ê ber bi têkoşîna çekdarî ve û pêşniyarên Rêber Ocalan ên ji bo çareserkirina dozên desthilatdariyê kir.

Hêvî her wiha qala Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan û têkoşîna gelê Kurdistanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û her wiha teqezî bi azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hate kirin.

Di dawiyê de sînevizyonek li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan hate pêşandan.

Back to top button