DaxuyanîNûçe

Kongra Star serkeftina DEM Partiyê pîroz kir

Kongra Star ji ber serkeftina di hilbijartinên şaredariyan de, DEM Partî pîroz kir û diyar kir “Bi hevgirtina gelê Kurd û kesên azadîxwaz planên Erdoganê faşîst bi bin ketin.”

Meclisa Kongra Star bi daxuyaniyeke nivîskî serkeftina DEM Partiyê di hilbijartinên şaredariyan ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Rêbertî gotiye sedsala me sedsala azadiya jinan e, lewma em dibînin çawa bi pêşengiya jinên Kurd li her çar parçên Kurdistanê jin bi rol û misyona xwe radibin û bi taybet di hilbijartinên şaredariyan ên li Bakurê Kurdistanê de bi vîn û hêzeke pir xurt di nava gund û bajarên Kurdan de xwedî roleke mezin bûn ku bihêlin Kurd li dengê xwe, hebûna xwe û nasnameya xwe xwedî derkevin. Bi kedeke mezin di 75 bajaran de Kurd bi ser ketin û planên partiya AKP a faşîst têk birin. Ev sîstema ku bi hemû rê û rêbazan dixwaze Kurdan ji holê rake, lê bi hevgirtina gelê Kurd û kesên azadîxwaz planên Erdoganê faşîst bi bin ketin.”

Her wiha di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Em jî wek Meclisa Kongra Star li Rojavayê Kurdistanê bi hezkirin û kêfxweşiyeke pir mezin pîrozbahiyên bicoş, ji dilên germ ji DEM Partî û gelê Kurd ê li bakurê Kurdistanê re bi

Back to top button