ÇalakîNûçe

Kongra Star bi boneya 19’emîn Salvegera Komela jin,n kurdistan gulan diçîne

Bi boneya salvegera 19’an, Rêxistina Jinên Azad Kongra Star li Parka Serokatî a li taxa Nasra ya bajarê Hesekê , 100 şitlên gul û darên hinarê çandin.

Endamên Kongra Star ên herêmê û kampan, hemû saziyên civakî û xizmetguzarî yên Rêveberiya Xweser, şaredarî û hemû rêxistinên jinan beşdarî çalakiyê bûn.

Dema ku gihiştin parkê, axaftina vekirinê ji aliyê endama Kongra Star Nejbîr Mûsa ve hat kirin û di destpêkê de salvegera damezrandina KJK pîroz kir û got, “Bi vê minasebetê em soz didin ku em ê xwe ne tenê li Rojava bi rêxistin bikin. Lê rêxistina me wê li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê be.”

Nejbîr destnîşan kir ku ji bo avakirina civakeke demokratîk û jiyaneke wekhev di nava civakê de em xwe bi awayekî demokratîk bi rêxistin dikin.

Nejbîr destnîşan kir ku ev sedsal dê bibe sedsala jinan, bi vê sîstema Konfederal a ku jinên Kurd di warê fikrî, leşkerî, siyasî û civakî de pêş xist û bawerî û hêza xwe ya cewherî xurt kir û jiyana azad li ser vê xaka xwedavendan dîsa pêk tê. û ji bo vê jî em ê li Kongra Star li dora mîmarê azadiya jinê bicivin .Û bi çandina gulan li baxçeyê Rêbertî em ê karibin azad bikin.

Paşê li baxçe dest bi çandina gulan kirin.

Çalakî bi qîrîna dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû

 

Back to top button