KJK: Ji bo astengkirina qirkirinên dûbare xweparastin esas e
Koordînasyona Komelên Jinên Kurdistan (KJK) bi minasebeta salvegara Fermana 74’an a li dijî êzidiyên Şengalê daxuyaniyeke nivîskî .KJK‘ê di serî de di kesayeta şehîdên 3’yê Tebaxa 2014’an de hemû şehîdên têkoşîn û rêya azadiyê bibîr anîn.
Daxuyaniya KJK’ê wiha ye:
“Di sedsala 21’ê de êrîşên ku di aliyên modernîta kapîtalîzm li hember gelan û nirxên van tên kirin, di astê Rojhilata Navîn û bi taybetî jî Kurdistan de hatiye kûrkirin. Ji bo damezrandina pergala xwe ya hegemoniya li ser giştî civakê, qurbanî kirin û qirkirina gelan û bi taybet jî jinan bûye mijarekî pir normal ku rojane bi rê û rêbazên cuda didin meşandin. Kîjan gel, netewe, bawerî be cudahî naxînin, lewma qirkirina civaka Êzidî jî dewama ev hişmendiye ku di Rojhilata Navîn dewam dike. Sepandina 74’emîn ferman li ser civaka Êzidî û jinan li ser esasê ji holê rakirina bawerî û çanda vî gelî ye. Li ser esasê tunekirina nirxên civak û bê dîrok kirina civakê ye. Dixwazin gelekî bê dîrok û bê bingeh û bê vîn ava bikin. Di rastî de bi hêz bûna çanda gelên Rojhilata Navîn û bi taybetî jî Êzidiyane ku ruxmê 74 fermanan dîsan karîne li ser lingê xwe biseknin û hebûna xwe berdewam bikin. Çanda Êzidî dewama çanda mîtraîsm, çavkaniya rûnahî û bingehê civakê azad e. Ev jî dibe sedem ku pir bi hovîtî êrîş li ser vê çandê were kirin. Lewma bi zanistbûn li ser çanda êzidî mijarekî girîng û erkekî dîrokî ye ku pêwîste bi kûranî ser were seknandin.
Girêdana bi ax û bawerî astê kûrbûna welatparêzî û kevin bûna civaka Êzidî dide nîşan dan. Ji bo astengkirina qirkirinên dûbare, xweparastin û zanistê parastinê mijarekî girîng û esasî ye.
Êrişên hişmendiya mîna DAIŞ’ê li ser ax û bi taybetî jî jinan û bi kole kirina van dewama hişmendiya 5000 saliye ku li ser çanda dayk – xwedawend hatiye peş xistin. Ev siyaset bingehê xwe ji hişmendiya qirker û çewsêner digre. Di encamê ev hişmendiyê de bû ku zêdetir ji 5000 jinên Êzidî dîlê destê DAIŞ bûn, hatin frotin û bazirganî kirin. Dibe ku hejmarekî zêde hatibin azad kirin, lê hîna jî zêdetir ji 3000 jin çarenûsa van nediyar û dîlê destê DAIŞ’in. Dîsa xeterî li ser civaka Êzidî dawî nehtiye, hişmendiya faşîzim û nokerên vê di astê herêm de çavên van bi serkeftinê civaka Êzidî û pêşketinên jinan venabe, lewma bi rê û rêbazên cûda dixwazin dawî li vê serkeftinê bînin û carekî din bikin kole ya xwe.
Lewma civaka Êzidî û jinan bi giştî jî li hember her cûre qirkirinê dagirkarî û faşîzmane hîna gerentiya van a parastinê nîne. Komplo li hember nirxên gelan û taybet jî gelê Kurd bi beşdarbûna hemû deshilatdaran berdewam e. Ji ber viya girîng e ku li ser esasê parastina statû ya heyî û deskeftên gel û jinan hewldan û têkoşîna xwe bêtir bi hêz bikin. Parastina cewherî û bi hêz kirina pergala xwe rêveberî ji bo civakê Êzidxanê mijarekî girîng e ku dest jê nayê berdan.
Di heman demê de avakirina civakê bi pêşengtiya jinan li ser esasê netewa demokratîk tenê rêya xelas bûn ji qir kirinê dûbare ye. Berfireh kirina pergala xwe rêveberiya demokratîk di hemû qadên civakê de dikare gerentiya pêşeroja gel û jinên Êzidî be. Mîna Rêbertî jî dibêje; “Jinên Êzidî keçên rojê ne”, lewma girîng e li ser vê bingehê dîrokî em bikarin pêşeroja xwe rûnahî bikin û tarîtî û siha hişmendiya faşîzmê li ser civakê Êzidî û jinan rakin.
Dîsa xebat û têkoşînên berdewam li ser bingeha azadkirina jinên dîlê destê DAIŞ’ê erk û berpirsyartiya hemû jinan û bi taybet jî jinên Kurd e. Ev roj roja qirkirina jinan û civakê ye, roja jînosayîd kirina jinan û sepandina faşîzm li hember jinê ye. Lew ra hewldan ji bo danenasîna 3’yê Tebaxê mîna “rojê jînosayd û qirkirina jinan ” li astê cîhanê û navnetewî erkekî exlaqî û wijdanî ye û pêwîste xebat jê re were meşandin. Her wisa ew Ezidiyên ku dervayê Şengalêne carekî din vegerin ser axa xwe û li gel bira û xuşikên xwe ya êzidî ax û baweriya xwe biparêzin.
Di dawiyê de Komelên Jinên Kurdistan (KJK) carekî din di 5’emîn salvegera roja komkujiya Şengalê û li kesayeta hemû jinê dîl û qurbanî de hişmendiya qirker, faşizm, DAIŞ û dagirkar şermezar û mehkum dikin.
Banga me ji bo hemû ciwan û jinan ew e ku xwedî derketin li jinên Êzidî û vê rojê mîna erkê xwe ya exlaqî û dîrokî bizanin. Bi hevre û bi yek dengî derketina meydanên têkoşînê bi taybet di vê rojê de bi hêz bûna asta têkoşîna jinan li hember dagirkarî û hişmendiya faşizm û dij bi jin dide nîşandan.
Karê hevbeş, yek girtina jinan û bi hevrebûn bi taybet di vê pêvajoyê hesas de ku êrîşekî her alî li hember jinan û êrişên dagirkarî li ser axê me heye, dikare bibe asteng û zincîrê koletî û dagirkarî hilweşîne. Lewma em hemû bi yek deng li hember şîdeta ser jinê û dagirkarî bisekinin.”