Arşîv

Çalakiyên mertalên zindî berfireh dibin, li Serêkaniyê jî destpê kir

Îro bi sedan şêniyên herêma Serêkaniyê li dijî gefên Tirkiyê ber bi xeta sînor ve meşiyan û konê çalakiya mertalên zindî li dijî faşîsta Tirk vedan.

Şêniyan 8 kon li ser sînor vedan. Di bin konan de pankartên bi nivîsên “Na ji dagirkeriya Tirk re, Na ji dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, Me DAIŞ`ê tune kir û Gelo hûnê niha li van êrîşan û komkujiyên Tirkiyê temaşe bikin” hatin daliqandin.

Piştî bi dawîbûna amadekariyên dawîn, şêniyan bi daxuyaniyekê destpêkirina çalakiya mertalên zindî êli dijî gefên Tirkiyê ji bo êrîşkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandin.

Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso û endama Komîteya Amadekar Sebah Osman daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin “Bi giyana berxwedanê em îro destpêkirina çalakiya konvedanê li dijî zêdegaviya Tirkiyê radigihînin. Em îro dicivin ji ber ku em gihaştin rastiya zêdegaviya Tirkiyê û gefên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ew jî qirkirina tevahiya gelên herêmê ye ne tenê Kurd. Tirkiyê bi van gefan hewl dide serdema Osmanî vegerîne.

Şoreşa Sûriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingeha biratiya gelan ji herêmên biçûk destpê kir û berfireh bû heta ku gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji mezintirîn rêxistina terorîst DAIŞ`ê rizgar kirin. Her wiha bi saya ciwanên herêmê yên ku di bin ala YPG, YPJ û QSD`ê de gelek destketî hatin bidestxistin.

Gefên Tirkiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel serkeftinên ku li herêmê li ser astên civakî, leşkerî û siyasî bidest dikevin tên. Tirkiyê bi gef û çeteyên xwe hewl dide serkeftinên gelê herêmê tune bike.

Lew ra em weke şêniyên herêma Serêkaniyê piştgiriya xwe bi gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re li dijî gefên Tirkiyê radigîhin.”

Li gorî Komîteya Amadekar şêniyên herêma Cizîrê dê tev li çalakiyê bibin. Lê komîteya dema bidawîbûna çalakiyê eşkere nekir.

Back to top button