Arşîv

‘Zarok, çand xemil û wateya jiyanê ne’

QAMIŞLO – Mamoste û zarokên tevlî 5’emîn Mîhrîcana Zarokan a Qamişloyê bûn, bi hezkirin û dilgeşiyek mezin dibêjin: “Çand hebûn û xemla, jiyanê ne. Divê em li çand û hunera xwe xwedî derkevin.” DÎMEN HEYE

Bi pêşengtiya tevgera TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn, 5’emîn Mîhrîcana Zarokan a bi dirûşma “Em Zarok simbilên jiyanê ne”, li navenda Çand û Hunera Aram Tîkran a bajarokê Rimêlanê ya girêdayî Kantona Qamişloyê, dest pê kiribû, didome. Bi tevlîbûna endamên çand û hunerê yên Kantona Qamişloyê û bi dehan endamên sazî û dezgehên sivîl, Kongreya Star û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, mamoste û zarokan mîhrîcan didome. Zarok û mamosteyên tevlî mîhrîcanê bûn kêfxweşiya xwe anîn ziman.

‘Bi ked û xebatek demdirêj îro mîhrîcan tê pêşkêşkirin’

Endama Kevana Zêrîn Mîdiya Raman diyar kir ku ev demek dirêj e ji bo 5’emîn Mîhrîcana Zarokan amedekarî dihat kirin û wiha dewam kir: “Bi ked û xebatek demdirêj îro mîhrîcan tê pêşkêşkirin. Beşdarbûna zarokan pir e, bi taybet hemû çand, pêkhate bi komên xwe tevlî bûne. Kombûyîna tevahî netewan mîhrîcanê dewlemend dike û bi reng dike. Mîhrîcana zarokan her sal tê lidarxistin. Armanca me ew e ku bi xebatek xurt em orkestiraya Kevana Zêrîn ava bikin.”

‘Em hene û em ê hebin, çanda me heye û wê hebe’

Mîdiyayê bal kişand ser hewldanên qirkirina çandê û got: “Li ser gelê kurd û tevahî gelên li herêmê êrîşek qirkirinê ya çandê heye. Bi vê mîhrîcanê em dibijên em hene û em ê her hebin. Em karibin xewin û xeyalên zarokan pêk bînin, tevî ku rewşa şer heye wê demê em ê bi ser bikevin. Tevî van hewldanên qirkirana çandê, em ê her xwedî li xewin û xeyalên zarokan derkevin. Em ê nehêlin ne zeytûn û ne simbil bişewitin. Em ê zarokên xwe û xeyalên xwe bi stran, şano û govendê biparêzin.”

‘Zarok û çand xemil û wateya jiyanê ne’

Mîdiya anî ziman ku ev mîhrîcan li tevahî kantonan tê pêşkêşkirin û wiha domand: “Ji ber zarok avakerên pêşerojê ne, pêwîst e tevahî malbat bibin alîkar bi zarokên xwe re û çanda wan a resen bi wan bidin nasîn. Zarok û çand wek hev in her du jî xemil û wateya jiyanê ne. Ev mîhrîcan ji qirkirina çandê re bersivek e. Em her dem ji qirkirina çandî re bibêjin na.”

‘Rengîniya çandê kêfxweşiyê dide’

Endama Koma Kevana Zêrîn Nexem Elî ya ji bajarê Qamişloyê wiha kêfxweşiya xwe anî ziman: ” Ev 9 meh in em prova dikin û xebatê xwe didin meşandin. Daxwaza min ez û hevalên xwe hemû serkeftî bin û tiştên me amade kirina ji kesên hazir re pêşkêş bikin. Rengîniya çandê kêfxweşiyê dide. Ji bo em her dem jiyanek baş û pêşketî bijîn divê em li çand û hunera xwe xwedî derkevin.”

‘Bila hemû zarok li çanda xwe xwedî derkevin û azad bijîn’

Viyan Yûsif jî 5’emîn mîhrecana zaroakan li tevahî zarokan pîroz kir û wiha dom kir: ” Ez gelekî kêfxweş im bi mîhrîcanê. Em hemû li vir bi heman rihî kom bûne û kêfxweşiya hemû zarokan tînin ziman. Ji ber ez di beşa stranan de me ez gelek ji staranan hez dikim û hêvî û baweriyên min ew in ku dengê azadiyê bigihêje tevahî zarokan. Bila hemû zarok li çanda xwe xwedî derkevin û azad bijîn.”

‘Di çanda me ya kevnar tiştên cuda hene’

Zaroka ji Gundê Cezayê ya bi eslê xwe Ereb e Merwa Yasîn jî ev yek got: “Em jî wek zarokên Ereb dixwazin her dem xwedî li çanda ku mirovan pêş dixe, derkevin. Di çanda me ya kevnar tiştên cuda hene. Ev mîhrîcan bi wate bi nirx e, zarokan li ser hezkirin û parvekirinê pêş dixe.”

Back to top button