Arşîv

‘Jîneolojî wê zihniyeta baviksalariyê biguhere’ (2)

KOBANÊ – Endama Rêxistina Sara Ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Şêrîn Muslim, di derbarê lidarxistina komcivîna Jineolojîyê de li ser mijara tundiyê ev tişt got: “Hêviyên me ku komcivîn bibe bersîva herî guncav ji tundiya li ser jinan re, baweriya me bi nêrîn û nîqaşên jin hene ku wê encamên baş derbixe holê.”

Navenda lêkolînên Jineolojîyê ya li Kantona Kobanê wê di 25’ê Îlonê de komcivînekê li dar bixe. Yek ji mijarên bingehîn ên vê komcivînê tundiya li ser jinan e. Her wiha mijarên din ên danasîna Zanista Jîneolojîyê, zewaca zarokan û zayendparêziya civakê wê di komcivînê de werin nîqaşkirin. Di komcivînê de wê nêzî 100 kes ji partiyên siyasî, şervanên azadiyê, Endamên Sazî û Dezgehên Rêveberiya Xweser û kesên serbixwe beşdar bibin. Têkildarî mijarê Endama Rêxistina Sara ya Tundiya li dijî jinê Şêrîn Muslim armancên lidarxistan komcivînê ji me re nirxand û bersiva pirsên me da.

Çima we pêwîstî dît ku hûn mijara tundiyê weke xaleke sereke di komcivînê de nîqaş bikin?

Di encama pirsgirêk û rewşa ku civak tê de derbas dibe, Komîteya Jineolojîyê pêwîst dît ku komcivînekê li Kantona Kobanê li dar bixe. Ger ev rêbaz baş be û xwedî bandor be, wê demên pêş de li bajarên cuda jî bê lidarxistin. Di civaka me de zîhniyeta serdest tundiya li ser jinan wekî tiştekî ji rêzê dibîne. Ji bo rê li pêşiya vê tundiyê were girtin, me xwest ku weke xaleke bingehîn di komcivîna me de were nîqaşkirin. Pirsgirkên heyî yên tundiyê heya radeyekê di nava civakê de em kêm bikin. Her çiqas zagonên me yên li dijî tundiyê hebin jî , lê belê hîn jî hişmendiya mêrê desthilatdar vê yekê qebûl nake. Ji bo wê jî her tim pêwîstiyên me bi danasînên wiha hene, da ku em bikaribin guhertinan di nava civaka xwe de çêbikin û vîna hemû jinan biparêzin.”

Gelo wê bi rêka nîqaşan pirsgirêka tundiyê çareser bibe?

Bê guman em ji nîqaş û diyalogên jinên civaka xwe bawer in. Civak bi rêya nîqaşan dikarin rehet pirsgirêkên xwe bînin ser ziman. Jixwe rengê komcivînê wê jin be û wê jin pirsgirêkên xwe ji hev re parve bikin û jê re çareseriyê bibînin. Ji bo em rêbazên deshilatdariyê ji holê rabikin û jin azad bijîn em ê hemû hewldanên xwe bikin xizmeta vê komcivînê. Em bawer in ku wê di rêya vê komcivînê de wê jin bi hev re bigihêjin çareseriyeke guncav a ji bo tundiya li ser jinan û azadiya tevahî jinan mayinde bikin.”

Back to top button