Arşîv

Jinên ji Siwêdayê: Bi şehîdxistina Hevrînê re Sûriye jineke têkoşer wenda kireke aştiyê bû

Çalakgerên jin ên parêzgeha Siwêda ya Sûriyê wiha anîn ziman: “Sûriyeya me bi şehîdxistina Hevrîn Xelef re di oxira Sûriya pêşerojê de, jineke azad û têkoşera aştiyê winda kir.”

Jinên parêzgeha Swêda ya Sûriyê bi daxuyaniyekê êrîşên artêşa Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şehîdxistina sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef şermezar kirin.

Daxuyaniya jinên parêzgeha Siwêdayê wiha ye:

“Êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Sûriyê, nexasim li ser Bakur û Rojhilatê Firatê, ne yesayî ne û nîşana hovîtiya dewleta Tirk û hevkarên wê di qetilkirina zarok, jin û sivîlan de ye. Her wiha armanckirina binesaziyê ye, li dijî komên DAIŞ`ê tank û topên dewleta Tirk neketin dewrê, lê belê bi kirêtî li dijî gelê Sûriyê û jinên sûrî ku li dijî komên DAIŞ`ê şer dikirin, ketin dewrê.

Êrîşkariya dewleta Tirk li ser gelê Sûriyê û jinên Sûriyê, binpêkirina hemû zagonên navdewletî û pîvanên mirovahiyê ye. Nîşana vê yekê şehîdxistina çalakger, mafnas, endezyara ciwan, sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef e ku bi kemîneke artêşa Tirk ew şehîd xistin û pê re jî heqaret li aştî, şaristanî û mirovahiyê kirin.

Em wek çalakgerên qadê û çalakgerên serbixwe yên parêzgeha Siwêdayê, em dibînin ku Sûriyeya me bi şehîdxistina Hevrîn Xelef jineke azad, têkoşera aştiya di oxira Sûriya pêşerojê de winda kir. her wiha em soz didin ku ew ê her sax be û sembola têkoşîna jinên hezkiriyên jiyana birûmet, Sûriya aram a gelê Sûriyê û jinên Sûriyê be.

Em sersaxiyê ji xwe re û ji hemû gelê Sûriyê û jinên Sûriyê re dixwazin. Em vê sûcdariya hovane şermezar dikin û bang li Tirkiyeya dijmin dikin ku yekser êrîşên li ser xaka Sûriyê rawestîne. Di dawiyê de em soz didin ku şehîd Hevrîn Xelef simbola Sûriyê ye û dê her sax bimîne.”

Back to top button